ŞINGAL - Heyder Şeşo: Me hêzên xwe vekişandin

ŞINGAL - Heyder Şeşo: Me hêzên xwe vekişandin

.

A+A-

 Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê, Heyder Şeşo ragihand, li ser daxwaza xelkê wan hêzên xwe ji Komelgeha Dugurê ya ser bi qeza Şingalê ve vekişandine, lê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) hêj jî hêzên xwe nebirine derveyî cihên niştecihbûnê û li nav gund û bajarokan mane.

Ew demek e rewşa Şingalê aloz e û di destpêka meha Gulanê de jî di navbera hêzên YBŞê û artêşa Iraqê de şer derket.

Heyder Şeşo, Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê derbarê rewşa dawî ya Şingalê û bajarokên derdora wê ji Rûdawê re ragihand, “Ji roja 2ê Gulanê ve ti şerekî çekdarî yê rasterast di navbera hêzên artêşa Iraqê û YBŞê de çê nebûye, niha koçberbûna xelkê jî nemaye. Lê belê xelkê me ditirsin ji nişka veşer derkeve, lewra ew çend roj in ku xelk daxwaza hêzên çekdar ji nav bajar û gundan û cihên niştecihbûnê dikin.”

Hêzên Parastina Êzîdxanê hejmaran wan 2,500 kes e û ser bi Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ve ye.

Heyder Şeşo diyar kir, “Xelk daxwaz dikin hêzên çekdar derkevin û li cihên niştecihbûnê nemînin û nebin gef û metirsî li ser xelkê navçeyê. Li ser vî esasî me hêzên xwe ji gundê Dugurê bir derveyî gund.”

Derbarê hêzên YBŞê de jî Şeşo got, “hêzên YBŞê alên xwe anîne xwarê û dibêjin me hêzên xwe birine derve, lê belê rast nabêjin û hêj li nav gund û cihên niştecihbûnê de ne.”

Fermandarê Hêzên Parastina Êzîdxanê derbarê rewşa Şingalê de jî axivî û diyar kir, “xelk hêj ditirse û rewşa ewlehiyê heta qasekê cîgir bûye, lê belê metirsî heye careke din alozî dest pê bikin.”

Heyder Şeşo ragihand, “Xelk niha ditirsin bi taybet ewên ku malên wan nêzîkî baregehên YBŞê ne, çimku me zanyariyên temam hene ku wan (YBŞ) li çendîn baregeh û malan bombe danîne û xwe ji bo egeran amade kirine.”

Di her du rojên destpêkê yên Gulanê de, li sînorê qeza Şingalê di navbera hêzên artêşa Iraqê û YBŞê de şerekî giran derket û herdu aliyan di şer de çekên giran bikar anîn.

Di şer de serbazekî artêşa Iraqê û şervanekî YBŞê jiyana xwe ji dest dan.

Bi sedema şerê navbera YBŞê û artêşa Iraqê, bi hezaran kes ji Kurdên Êzdî yên sînorê Şingalê careke din koçber bûn û berê xwe dan kampên li sînorê parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê.

Rêveberê Koç û Koçberan li parêzgeha Duhokê, Pîr Deyan Pîr Ceifer roja 5ê Gulana 2022an ji Rûdawê re ragihandibû, “ji roja 2ê Gulana 2022an ve hatine koçberan ji Şingalê ve bo Duhokê dest pê kir û heta îro 1711 malabt ku hejmara wan 10,261 kes in, koçberî Duhokê bûne.”

Pîr Deyan da zanîn, ji wê hejmarê 1,100 malabt di kampan de hatine bicihkirin û yên din jî li derveyî kampan çûne cem kesûkarên xwe yan malek kirê kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin