Sînem Mihemed: Helwesta Amerîkayê li ser êrîşên Tirkiye bo ser Sûriye baştir bûye

Sînem Mihemed: Helwesta Amerîkayê li ser êrîşên Tirkiye bo ser Sûriye baştir bûye

.

A+A-

Nûnera Rêveberiya Xweser li Washingtonê dibêje, helwesta Amerîka li ser êrîşên Tirkiye bo ser Sûriye baştir bûye, û dibêje egera êrîşa bejayî ya Tirkiye bo navçeyê gelekî kêm bûye, û li ser vê yekê Amerîka û Rûsya rêgir bûn.

Sînem Mihemed herwiha dibêje, tevî vê yekê hîn jî metirsya êrîşa Tirkiyê li ser navçeyê heye û tekez kir, ew amade ne bi Tirkiyê re gotûbêjan bikin.

Nûnera Rêveberiya Xweser li Washingtonê Sînem Mihemed di derbarê gef û êrişên Tirkiyê û helwesta Amerîka û Rûsyayê de ji Rûdawê re axivî.

Nûnera Rêveberiya Xweser Sînem Mihemed got “Heya niha helwesta Rêveberiya Amerîkayê baştir bûye, hem zextê li ser hikûmeta Tirkiyê dike, hem jî zextekê li ser Tirkiyê dike ku êrîşeke li ser erdê wek Serê Kaniyê di 2019an de, li Efrînê wisa ku ew çênebe. Ew jî baş dizanin ew tişt çêbû, xirabiyeke gelek mezin çêdibe ne tenê li hemû herêmê, dê li Sûriyê jî bibe. Dê bandora wê gelek xirab be li ser ewqas mirovên nêzikî milyonek hene, mimkun e ew jî hemû koçber bibin. Di aliyê mirovî de dê gelek xirab be herwiha aliyê aramiya herêmê ne tenê Sûriyê, Tirkiye jî di nav de ye. Ji bo wê jî em niha dibînin hinek zexteke Amerîkayê li ser Tirkan heye. Herwiha aliyê Tirkiyê ku li ser erdê were êrîş bike wek berê, ev jî kêm bûye. Rûsyayê jî wê qebûl nekir. Ji bo wê jî Tirkiye niha gelekî li hember wê sekinîne ku êrîşeke li ser erdê neke ew bisekinînin. Lê Tirkiye nasekine, em nizanin Tirkiye hîn dê çewa bike. Hîn bandora xeterê li ser herêmê heye. Gelê me yê li Bakurê Rojhalitê Sûriyê ne tenê Kurd in, lê Ereb in , Siryanî in, Tirkmen in, Ermen in bi rastê dê koçber bibin. Ji bo wê jî xwestekeke me hebû ku ew êriş bisekinin û em dikarin diyalogê bikin. Me tim gotiye ji xwe diyalog e ku çareseriyê bike.”

“Nêzîkbûna Şam û Enqere li dijî berjewendiyên Sûriyan tê kirin”

Di derbarê nêzîkbûna peywendiyên Tirkiye û Sûriye, Nûnera Rêveberiya Xweser li Washingtonê Sînem Mihemed ji Rûdawê re ragihand, ew nêzîkbûn li dijî berjewendiyên welatiyên Sûriye tên kirin,

Herwiha Mihemed dibêje gelê Sûriyê dixwaze Sûriyeke demokrat ava bibe û ew hêvîdar in neteweyên Yekbûyî vê yekê li berçavan bigrin, û Bakurê Rojhilatê Sûriye dibin metirsiyê deye.

Sinam Muhammad got “Ev nêzikbûûneke li hember gelê Sûriyê çê dibe. Gelê Sûriyê zêdetirî 12 sal in şer dikin û dixwazin Sûriyeke demokrat bibe, Sûiyeke ne navendî çêbibe. Ev nêzikbûnên wan dê li hemberî xwestekên gelê Sûriyê bibe. Em jî dixwazin pirsgirêka Sûriya ya ku heta niha çareser nebûye li gorî 2254 ya biryara Netewê Yekbûyî were çareserkirin. Lê heya niha nêzikbûn temam nebûye. Em hêvî dikin ku ew dewletên navnetewî van tiştan li ber çavan bigrin. Bakurê Rojhilatê Sûriye niha di bin xeteriyê de ye, em wê dizanin. Ew nêzikbûn li ser berjewendiyên gelê Sûriyê çê dibe.”

Nûçe: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin