Sînan Çîftyurek: Ma TRT 6 a Hebeşistanê ye, hûn çima ji Kurdî re dibêjin X?

Sînan Çîftyurek: Ma TRT 6 a Hebeşistanê ye, hûn çima ji Kurdî re dibêjin X?

.

A+A-

 Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek helwesta Parlamentoya Tirkiyeyê ya li dijî zimanê Kurdî rexne kir.

Sînan Çîftyurek got, “TRT 6 û Saziya Zimanê Tirkî Kurdî wek ziman qebûl dike lê hûn çima li vê derê dibêjin X (bi wateya zimanê nayê zanîn).”

Hinek parlamenterên DEM Partiyê îro xwest bi helekfta 1ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di komcivîna giştî ya parlamentoyê de bi zimanê Kurdî biaxivin lê axaftina wan hat qûtkirin.

Wekîlê Serokê Parlamentoyê yê MHPyî Celal Adan rê neda parlamenterên DEM Partiyê gotinên xwe temam bikin.

Ev helwesta Wekîlê Serokê Parlamentoyê yê MHPyî di nav parlamenterên DEM Partiyê de bû sedema nerazîbûnan.

Sînan Çîftyurek di axaftinên xwe de helwesta Parlamentoyê ya li dijî zimanê Kurdî rexne kir.

Çîftyurek ragihand ku beşek ji saziyên fermî yên dewletê yên wekî Saziya Zimanê Tirkî, Televîzyona TRT Kurdî û Wezareta Perwerdê ya Tirkiyeyê zimanê Kurdî wek ziman dibînin û danûstandinê pê dikin û  got:

“TRT 6, beşa Kurdolojiyê û Wezareta Perwerdê ya Tirkiyeyê ma saziyên Hebeşistanê ne? Ma ne saziyên fermî yên dewletê ne?

Li wan deran Kurdî wekî ziman tê qebûlkirin û wek zimanê herî dewlemend ên cîhanê tê dîtin lê hûn çima li vê derê dibêjin X.

Her du jî saziyên fermî yên dewletê ne. Parlamento jî Saziya Zimanê Tirkî jî.”

Sînan Çîftyurek bi serpêhatiyekê behsa helwesta Komara Tirkiyeyê ya li dijî Kurdî kir:

“Dema komar hat avakirin bi destûra 1924an derbasî yekparêziyê bû. Li kolanên Amedê Apê Mihemed digere. Danûstandinê dike lê nizane ku Kurdî hatiye qedexekirin.

Lê zêrevan li pey digere. Ji bo her peyveke Kurdî 5 quruş ceza didin wî. Piştî demekê destê wî digirin û wî dibin qereqolê.

Ew jî nizane ji bo çî ew biriye. Tercûmanekê jê re tînin û dibêjin ji ber ku tu bi Kurdî axivî ji bo her peyveke Kurdî cezayê te ewqas e.

Eger 5 lîre be wê demê Apê Mihemed 10 lîre dide û derdikeve. Zêravan jî dinêre bi zêdehî pere dane û li pey wî diçe.

Dibêje te pere zêde daye. Ew jî dibêje ez dê heta êvarî biaxim. Hewce nake hûn li pey min bigerin.

Ji ber wê jî min cezayê xwe pêşwext daye. Em ji 5 quruş ceza hatin ku derê?  Em hatin ser ferhanga Kurdî ya 600 rûpel ku saziya zimanê Tirkî çap kiriye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin