Silêmanî | SÎHAya Tirk li Ranyayê otomobîlek bombe kir

Silêmanî | SÎHAya Tirk li Ranyayê otomobîlek bombe kir

.

A+A-

Hat ragihandin ku îro 1ê Tebaxê droneke bi çek (SÎHA) ya artêşa Tirkiyê, li ser rêya Çar Qurne-Raniye ya girêdayî Silêmaniyê otomobîlek kir armanc ku tê gotin, endamên PKKê tê de bûn.

Li gorî zanyariyên destpêkê, du kes di wê otomobîlê de bûn û di êrîşa SÎHAyê de kesek birîndar bûye û kesê din jî aqûbeta wî hîn nediyar e.

Hîn agahiyên zelal derbarê bûyerê de nehatine belavkirin, lê belê beriya niha jî çend caran SÎHAyên Tirk êrîşî otomobîlên PKKê kiribûn û bûbûn sedema kuştina hejmarek berpirs û endamên PKKê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin