SILÊMANÎ - Bi dronê êrişî navendeke Tevgera Azadiyê hat kirin

SILÊMANÎ - Bi dronê êrişî navendeke Tevgera Azadiyê hat kirin

.

A+A-

Li navçeya Kelarê ya Silêmaniyê bi dronê êrişî navendeke Tevgera Azadiyê hat kirin û kesekî canê xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyan, êriş li dijî navenda Tevgera Azadiyê ya li Taxa Şehîdanê ya Kelarê pêk hatiye.

Berdevkê polîsên Kelarê Elî Cemal Qadirî ji Rûdawê re ragihand ku di êrişê de kesekî canê xwe ji dest daye.

Berdevkê Tevgera Azadiyê Cuma Kerîm ji Rûdawê re ragihand, êriş li dijî avahiya wan a li Kelarê hatiye kirin û lê negot ka di êrişê de kuştî an birîndar hene yan na.

Herwiha Kerîm got ku cihê hatiye armancgirtin navenda wan a li Kalarê ye lê bi awayekî fermî bi kar nayînin û tenê ji bo civînan bi kar tînin.

Tevgera Azadiyê

Tevgera Azadiyê sala 2014an hatiye avakirin û ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê destûrnameya fermî wergirtiye.

Tevgera Azadiyê bi sîstema hevserokatiyê tê birêvebirin û hevserokên giştî yên Partiya Tevgera Azadiyê Tara Husên û Selam Ebdulla ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin