Sezgîn Tanrikulu: Parastina gel, rûmet û welatê xwe xetên sor ên Kurdan in

Sezgîn Tanrikulu: Parastina gel, rûmet û welatê xwe xetên sor ên Kurdan in

.

A+A-

Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu got, “Xetên sor ên Kurdan jî hene. Parastina gel, rûmet, namûs û welatê xwe xetên sor ên Kurdan in.”

Gefên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî yên operasyoneke hevpar a bi Şamê re ya li dijî HSDyê, metirsî li ser pêvajoya çareseriyê çêkiriye.

Komîsyon dê 10 û 11ê vê mehê bicive lê belê daxuyaniyên dawî yên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî bûne sedema nîqaşan.

Bahçelî gotibû, “Divê HSD/YPG peymana ku di 10ê Adara 2025an de bi hikûmeta Sûriyeyê re îmze kiriye bi cih bîne, wekî din divê her kes zabibe ku dê bi îradeya hevpar a Enqere û Şamê midaxaleyeke leşkerî neçar bibe.”

“Xeta sor a Kurdan rûmeta wan e”

Parlamenterê CHPyê û endamê Komisyonê Sezgîn Tanrikulu, li hemberî van gotinan nerazîbûneke tund nîşan da û got:

“Li cihekî ku ti sîstem û desthilat lê nîne, ji Kurdan tê xwestin ku xwe radestî hêzekê bikin ku li dijî Kurdan û gelên din ên Sûriyeyê komkujî pêk anîne.

Eger xetên sor ên her kesî hebin, yên Kurdan jî hene. Xeta sor a Kurdan parastina rûmet, gel, namûs û welatê wan e.”

“Em operasyoneke nû naxwazin”

Gotinên Bahçelî wekî xala herî metirsîdar a li ser pêvajoya aştiyê tên dîtin. Rewşenbîr û nivîskar jî bang li hikûmetê dikin ku rê li ber provokasyonan bigire.

Endamê Însiyatîfa Rewşenbîran Abdulbakî Erdogmuş derbarê mijarê ji Rûdawê re got:

“Îhtimala operasyonekê her dem heye lê em qet naxwazin tiştekî wisa çêbibe.

Em qebûl nakin ku Tirkiye ew qasî midaxeleyî karên navxweyî yên Sûriyeyê bike û rê li ber lihevhatina pêkhateyan bigire."

RUDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin