ŞÊXAN - Projeya hikûmetê re nade ku cotkar keda xwe hilînin

ŞÊXAN - Projeya hikûmetê re nade ku cotkar keda xwe hilînin

.

A+A-

Hinek cotkarên qezaya Şêxanê ya Dihokê hatine agahdarkirin ku erdên wan ên çandî ketine ber projeya hikûmetê.

Ji ber ku ev zevî ketine ber projeya Wezareta Çavkaniyên Sirûştiyê dê berhemên wan bêne rakirin. 

Ew cotkar dixwazin proje heta meha çiriya pêşîn bê paşxistin da ku berhemên xwe kom bikin lê hikûmet dibêje ku dê proje berdewam bike.

"Bila vî xelkê feqîr qerebû bikin"

Cotkar Îdo Hacî Mûsa got:

“Wan demeke kurt daye me û dibêjin dê van bostanan rakin. Berî ku van bostanan rakin bila heta 15ê meha 10an (çiriya pêşîn) mohletê bidin me da ku em berhemên xwe rakin.

Eger vê mohletê nedin me, bila vî xelkê feqîr qerebû bikin.”

"Divê heta meha 10an xwe li me bigirin"

Cotkar Necat Miloyê jî got, “Dibêjin em ê baxçeyên we xera bikin. Divê tazmînatê bidin an jî divê heta meha 10an xwe li me bigirin. Em jî belengaz in û me tiştek nîne.”

Li Qaymeqamiya Şêxanê û çend saziyên din, komîteyek ji bo qerebûkirina mexdûran hatiye avakirin lê heta ku rêkarên qerebûkirinê bi dawî bibin, divê proje were rawestandin.

"Dê mafê kesî neyê xwarin"

Endamê Komîteya Qerebûkirinê Mihemed Zûbêr jî got:

“Em wekî îdareya qeza Şêxanê, hemû xelkê piştrast dikin ku dê mafê kesî neyê xwarin. Kesên ku karên xwe kirine bila piştrast bin mafê wan dê bê dayîn û ew dê bêne qerebûkirin.”

Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê li navçeya Şêxanê xeteke boriyê radixe û zêdetirî 200 donim bacan dikeve li ber wê projeyê.

Dê di çarçoveya projeyê de bacanên hinek zeviyan bêne rakirin ku herî kem 100 malbat di wan zeviyan de dixebitin. 

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin