
Şêx Hîkmet Hecerî spasiya Trump, Netanyahu û Kurdan kir
.
Rêberê Durziyên Sûriyeyê Şêx Hîkmet Hecerî ragihand ku mafê çarenivîsê "mafekî pîroz e" û ji aliyê hemû peymanên navneteweyî ve hatiye garantîkirin û ew dê ti carî dev jê bernedin.
Rêberê Durziyên Sûriyeyê Şêx Hîkmet Heceriyê ku neyarê hikûmeta veguhêz a Şamê ye da zanîn:
"Mafê çarenivîsê mafekî pîroz e û qurbanî çi qas bin jî em dê qet dev jê bernedin."
Rêberê Durziyan daxwaza berdana hemû kesên ku li parêzgeha Siwêdayê hatine revandin kir û amaje bi pêwîstiya vegerandina wan gundên ku wekî "dagirkirî" bi nav kir da.
Şêx Hîkmet Hecerî her wiha da zanîn:
"Em li hêviya vekişîna terorê ji gundên xwe ne û hikûmeta demkî hewl dide tawanan veşêre."
Hecerî ji civaka navneteweyî, welat û rêxistinan xwest ku ji ber "dorpêça sîstematîk" a li ser herêmê, ji bo alîkariya avedankirina parêzgeha Siwêdayê piştgiriya pêwîst pêşkêş bikin.
Rêberê olî her wiha spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Kurd, Elewî û welatên Ewropayê kir û ji wan xwest ku di piştgiriya xwe de berdewam bin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin