Şêwirmendekî Trump: Nabe çek di destê mîlîsên Iraqê de bimînin

Şêwirmendekî Trump: Nabe çek di destê mîlîsên Iraqê de bimînin

.

A+A-

Şêwirmendekî Donald Trump ragihand, rêveberiya nû ya Amerîkayê bi ti awayî rê nade çek di destê komên nefermî yên li Iraqê de bimînin. Hat diyarkirin ku ji bo vê armancê hemû rêbaz dê bên bikaranîn, heta eger bigihîje qonaxa sepandina sizayan jî.

Endamê Desteya Şêwirmendiya Serokê Amerîkayê Donald Trump, Gabriel Soma ji Kurdistan24ê re ragihand, Trump û tîma wî daxwaz ji Iraqê kirine ku komên çekdar bêçek bikin.

Soma derbarê rêbazên Amerîkayê de got: "Ji bo neçarkirina Iraqê ku van mîlîsyan bêçek bike, gelek bijarde li pêşiya Amerîkayê hene. Yek ji wan jî sepandina sizayan e, mîna rewşa li Libnanê ya ji bo bêçekkirina Hizbullahê."

Şêwirmendê Trump bal kişand ser wê yekê ku Washingtonê di şerê dijî terorê de alîkariya Iraqê kiriye, lewma divê Bexda jî erkê xwe bi cih bîne.

Gabriel Soma tekez kir, armanca Amerîkayê pêşketina Iraqê ye û ew amade ne her cure alîkariyekê bidin hikûmeta Iraqê ji bo vê proseyê. Soma got: "Mana çekan di destê van koman de, gefeke rasterast e li ser jiyana welatiyên Iraqê."

Rola Mark Savaya

Di beşeke din a axaftina xwe de, Soma behsa rola Nûnerê Trump Mark Savaya kir û got: "Ew ne tenê nûner e; gotinên wî bi piştevaniya tam a Serok Trump tên kirin û cihê baweriya wî ye."

Trump berê ragihandibû ew alîgirê aramiyê ye li Rojhilata Navîn, lê zextên xwe yên li ser hikûmeta Iraqê zêde kirine, nemaze piştî ku di dema borî de van koman êrîşî baregehên Amerîkayê li Iraq û Sûriyeyê kiribûn.

K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin