
Şêwirmendekî Sûriyeyê: Divê mafên hemû pêkhateyan werin parastin
.
Şêwirmendê Wezareta Karên Derve û Koçberan a Sûriyeyê Necîb Xedban got, “Divê mafên hemû pêkhateyan werin parastin.”
Li Hewlêrê di Foruma MERI de paşeroja Sûriyeyê, rola pêkhateyan û jinûveavakirin hat gotûbêjkirin.
Şêwirmendê Wezareta Karên Derve û Koçberan a Sûriyeyê Necîb Xedban banga "peymaneke nû ya civakî" kir ku tê de mafên hemû Sûriyeyiyan werin parastin.
Patrîkê Dêra Ortodoks a Suryaniyan a Sûriyeyê Îgnatiyos Efremê Duyem jî diyar kir ku Sûriye dikare bibe faktoreke îstiqrara herêmî.
Diyalog û yekparçeyiya axê di serî de ne
Şêwirmenda Rêxistina Defakto ya Diyalogê Zozan Elûşê di panela bi sernavê "Sûriye: Lêgerîna Yekîtiyê" de axivî û bal kişand ser rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi taybetî di têkoşîna li dijî DAIŞê de.
Zozan Elûşê tekez kir ku dan û standinên di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de pêvajoyeke demdirêj e û divê tundî li paş bimîne û zimanê diyalogê were bikaranîn.
Zozanê anî ziman ku yekparçeyiya axa Sûriyeyê yek ji prensîbên bingehîn ên muzakereyan e û sîstema nenavendî wekî çareseriyeke guncaw ji bo ji nû ve yekbûna welêt dibîne.
Peymaneke nû ya civakî û parastina mafan
Şêwirmendê Wezareta Karên Derve û Koçberan a Sûriyeyê Necîb Xedban jî got ku rejîma Esed pirsgirêka pêkhateyan manîpule kiriye lê hemû Sûriyeyî ji zilmê êş kişandine.
Necîb Xedban destnîşan kir ku di pêşhatên Îdlibê de Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ji qonaxên girîng ên wekî veqetîna ji DAIŞê û qutkirina pêwendiyên xwe yên bi El Qaîdeyê re derbas bûye.
Xedban banga avakirina "peymaneke nû ya civakî" kir ku ji bo jinûveavakirinê, mafên hemû Sûriyeyiyan, di nav de pêkhateya Kurd jî werin parastin û pirsgirêka Sûriyeyê wekî şerekî herêmî û navneteweyî bi nav kir.
Wî tekez kir ku birêvebiriya nû dixwaze peyama îstiqrarê bide cîhanê û ew dê nebin çavkaniya nearamiyê ji bo cîranên xwe.
Pêwendiyên herêmî û faktora îstiqrarê
Xedban da nîşandan ku hikûmeta nû ji bo avakirina pêwendiyên baş bi Amerîka û Yekîtiya Ewropayê re û domandina pêwendiyên bi Rûsyayê re hewl dide.
Xedban êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê wekî yek ji pirsgirêkên mezin ên herêmî bi nav kir û Îranê jî wekî "yek ji windakerên bûyerên herêmê" pênase kir û tekezî li ser pêwîstiya gihîştina pêwendiyên normal bi Îranê re jî kir.
Patrîkê Dêra Ortodoks a Suryaniyan a Sûriyeyê Îgnatiyos Efremê Duyem jî piştgirî da gotinên Xedban û diyar kir ku divê îstiqrar ji bo Sûriyeyê vegere.
Efrem anî ziman ku Sûriye bi saya cihê xwe yê cografî û cihêrengiya xwe ya navxweyî, ne tenê ji aliyê bazirganî ve, ji aliyê çandî û şaristanî ve jî dikare bibe faktoreke îstiqrar û yekbûnê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin