Seta pirtûkên Matematîkê bi Kurdî hat çapkirin

Seta pirtûkên Matematîkê bi Kurdî hat çapkirin

.

A+A-

Li Bakurê Kurdistanê yekemîn seta pirtûkên Bîrkariyê ango Matematîkê hatin çapkirin. Pirtûk ji bo zarokên 5-6 salî ye. Ji niha de ji welatên Ewropayê cihên ku perwerdehiya bi Kurdî lê heye gelek sîparîş ji bo van pirtûkan hatine dayîn.

Li Bakurê Kurdistanê cara yekemîn e ku weşanxaneyek ji bo zarokan pirtûkên Bîrkarî ango Matematîkê bi zimanê Kurdî amade dike.

Seta Bîrkariyê ji bo zarokên 5-6 salî hatiye amadekirin û ji 3 fasîkulan pêk tê. Ji niha de ji welatên Ewropayê gelek mamosteyên kurd vê seta bîrkariyê daxwaz kirine.

Ridvan Polat, Xwediyê Weşanxaneya Morî ya Zarokan  ragihand, ku pirtûk bi her du zaraveyên zimanê Kurdî, Kurmancî û Zazakî hatine amadekirin.

Ridvan Polat got, “Hem bi Zazakî û hem jî bi Kurmancî ne. Pirtûkên me rengîn in. Termên Matematîkê tê de ne. Bi taybetî jî van pirtûkên ku me çap kiriye, li gorî pêşdibistanan me çap kiribû. Niha piraniya sîparîşên me ji Almanyayê tên. Ji her derên Ewropayê tên. Lê bi taybetî herî zêde ji Almanyayê daxwaz heye. Ji ber ku li wan deran perwerdehiya bi kurdî didin zarokan, dibistan bi Kurdî ne, daxwaz herî zêde ji Almanyayê tê.”

Li Bakurê Kurdistanê hê jî perwerdehiya bi Kurdî ji bo zarokan qedexe ye. Lê digel vê yekê jî weşanxaneyê xwestiye malbatên ku dixwazin Bîrkariyê bi Kurdî hînê zarokên xwe bikin vê xizmetê bide.

Berfîn Huseynî, xwediya Pirtûka Kurdî dibêje,“Eleqe dê gelek zêde bibe ez bawer im. Jixwe di pêşî de jî dihatin navenda me û pirtûkên bîrkariyê dixwestin. Hînbûna hejmara pir dixwestin. Jixwe weşanxaneya Moriyê jî vê çavdêriyê kiriye û li gorî vê xebata hêja kirine. Ez bawer im dê eleqe gelek zêde bibe.”

Di çapa yekemîn de 3 hezar pirtûk hatine çapkirin. Ger ev çap biqede dê çapa duyemîn jî bikin.

Ji rûyên Zerya û Tuwan diyar e ku tama hînbûna Bîrkariyê bi Kurdî gelek xweştir e ji tirkî. Destê wan ji van pirtûkên bi kurdî nabin.

Tuwan keyfxweşiya xwe tîne ziman û diyar dike, “Pir pêdiviya me bi van pirtûkan hebû. Ev pirtûk hemû bi Tirkî bû, vê carê bi Kurdî çêkirin. Ez pir spasiya wan dikim.”

Zerya jî dibêje, “Em pir li bendê man. Vêga derketin. Em pir kêfxweş bûn.”

Hunermend Kalê Badî jî pêşwazî li vê pêngavê dike û spasiya wan kesan dike, ku pirtûka Matematîkê bi zimanê Kurdî amade kirine.

Kalê Badî ragihand, “Bi rastî pêdiviya zarokên me bi van pirtûkan gelek hebû. Ji ber ku hejmarên pêşî pir hêsan bûn li gorî zarokan lê hêdî hêdî her ku hejmar zêde dibin asta wan jî zortir û berztir dibe. Em li benda hejmarên nû ne. Ji bo hevalên ku ev kêmasî temam kirine re spasî dikin.”

Di seta pirtûkên bîrkariyê de hemjar, zêdek, kêmek, pîvandin û wezinandin cih digre. Ji bo ku bala zarokan bikişîne rengandin û boyaxkirin jî hatiye bicihkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin