Şeşo: Iraq li aliyekî piştgiriya PKKê dike û li aliyekî din jî rê dide Tirkiyê ku operasyonan bike

Şeşo: Iraq li aliyekî piştgiriya PKKê dike û li aliyekî din jî rê dide Tirkiyê ku operasyonan bike

.

A+A-

Fermandarê Hêzên Êzîdxanê Heyder Şeşo li ser plana PKK ya li Herêma Kurdistanê axivî û diyar kir, PKK plana welatên cîran cîbicî dike û hikûmeta Iraqê jî li aliyekî piştgiriya PKKê dike û li aliyekî din jî rê dide Tirkiyê ku operasyonan bike.

Heyder Şeşo di axaftina xwe de da zanîn, ew daxwaza cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina Şingalê dikin û ev jî erkê hikûmeta Iraqê ye, lê belê hikûmet li aliyekî piştgiriya PKKê dike û derfetê dide wan û li aliyekî din jî rê dide Tirkiyê ku operasyonên li nav axa Herêma Kurdistanê bike.

Herwiha Şeşo eşkere kir, tu carî armanca PKKê aramî nîne û li ku dibe bila bibe, armanca wê derxistina nearamiyê ye û plana welatên herêmî cîbicî dike, ku ew jî di berjewendiya Iraq û xelkê navçeyê de nîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin