Şêrwan Duberdanî: Li Bexdayê li dijî Kurdan pîlaneke nû tê danîn

Şêrwan Duberdanî: Li Bexdayê li dijî Kurdan pîlaneke nû tê danîn

.

A+A-

Parlamenterê PDKê li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî hişyariyeke tund da ku Bexda bi zanebûn hewl dide Kurdan ji biryardayîna siyasî dûr bixe û bingehên "lihevkirin û hevpariyê" ji holê rake.

Parlamenterê PDKê Şêrwan Duberdanî îro 18ê Sibatê ji Kurdistan24ê re aşkere kir, di rûniştina dawî ya parlamentoyê de, di nava aliyên Şîe û Sunne de "pîlangêriyek" li dijî berjewendiyên Kurdan hatiye kirin. Duberdanî destnîşan kir, ev ne cara yekem e destûr tê binpêkirin û got: "Heta niha zêdetirî 50 madeyên destûrî ji aliyê Bexdayê ve hatine peyxistin û nayên cîbicîkirin."

Duberdanî bal kişand ser hewildanên ji bo guhertina postên bilind û diyar kir, postê Serokerkaniya Artêşa Iraqê li gorî hevsengiya neteweyî û siyasî mafê Kurdan e. Lê belê, aliyên din dixwazin bêyî vegera li ser raya Kurdan, vî postî û gelek postên din ên ewlehî û leşkerî ji destê Kurdan derxin.

Herwiha Duberdanî wek mînak parêzgeha Neynewayê nîşan da û got: "Li Neynewayê Kurd di hemû postên ewlehiyê de hatine perawîzkirin û niha ti fermandarekî Kurd ê fewc an lîwayê li wir nîne."

Parlamenterê PDKê tekez kir, ev gavên Bexdayê metirsiyeke rasteqîn li ser qewareya Herêma Kurdistanê û mafên wê yên destûrî ava dikin. Herwiha got: "Bexda tenê wan madeyên destûrî cîbicî dike ku di berjewendiya desthilata navendî de ne, lê hemû madeyên ku bi mafên gelê Kurd ve girêdayî ne, piştguh dixe."

Di dawiya axaftina xwe de, Şêrwan Duberdanî bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku li Bexdayê "bereyeke yekgirtî" yan jî "encûmena bilind a siyasî" ava bikin, da ku li hemberî van zextan rawestin. Herwiha daxwaz ji wezîrên Kurd ên di hundirê hikûmeta Iraqê de kir jî, helwesteke tundtir nîşan bidin û rê nedin ku biryarên giring bêyî razîbûn û hevahengiya nûnerên Kurd derbas bibin.

 (K24) 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin