WHO: Metirsîya Koronyê derbas nebûye

Dîrektorê Herêma Ewrupa ya Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) Hans Kluge îro roja êncşemê hişyarî da ku Ewrupa di bin xeterîya bahozeke pendemîya (COVID-19) Koronayê de ye.

Navenda Nûçeyan - Herwiha Hans Kluge got ku bûyerên pêketina Korona li welatên Ewrupî nêzîkî mîlyonekê dibe û divê hikûmet bi baldarî mijara sistkirina dernektina ji malê binirxînin.

Kluge di konferanseke rojnemevanî de got: “Hejmara bûyerên tûşbûna korona li seranser Ewrupa bi berdewamî bilindtir dibe. Tenê di nav 10 rojên borî de hejmara bûyerên pêketina du car zêdetir bû giheşt nezîkî yek mîlyonê,”

Wî bal kişand ku nêzî % 50 hemî barê cîhanî ya COVID-19 li ser Ewrupa ye û heta niha pirtir ji 84,000 kes li vê parzemînê jîyanên xwe hinda kirine.

Di berdewamîyê jî de Kluge bal kişand ku divê di mijara rakirin yan sistkirina qedexe yan sistkirina pêvanîn pêşîgir de lezûbezî neyê kirin.

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe