Macron Dijî Rexneyên Trump Piştgirîya WHO'yê Kir

Macron Dijî Rexneyên Trump Piştgirîya WHO'yê Kir

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li dû rexneyên Serok Donald Trump yên dijî Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) piştgirî da wê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Macron bi Serokê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus bi rêka telefonê axifî û piştgirîyên xwe yên bo rêxistinê got.

Serok Donald Trump dîyar kiribû WHO piştgirîya Çînê dike û dabû zanîn ku ewê alîkarîya madî ya bo wê rêxistinê rawestînin.

Trump dûre jî gotibû ku ‘’Emê li ser vê mijarê lêkolînan bikin.’’

Vîrusa korona li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Ew vîrus li Amerîka ketîye canê pirtir ji 424,000 kesan û li Çînê jî bi qasî 83,000 kes bi wê ketine.

Dengê Amerika

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin