Trump Alîkarîya bo WHO Radiwestîne

Trump Alîkarîya bo WHO Radiwestîne

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku wan alîkarîya bo Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) rawestandîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Trump li Qesira Sipî da zanîn ku ewê li ser WHO dest bi lêpirsînekê bikin.

‘’Ew lêpirsîn dê derbara helwesta WHO ya ser veşartina belavbûna vîrusa korona û birevêbirina xirab ya vê qonaxê be’’ Trump got.

Wî bi berdewamî dîyar ki ku kêşeyên mezin yên WHO hene.

Avakarê Microsoftê Bill Gates biryara Trump ji Twitterê rexne kir.

Gates da zanîn ku pêwistîya cîhanê ji hemî demên din pirtir bi WHO heye û got ku ti rêxistineke ku dikare şûna wê bigire tune.

WHO di 11’ê Adarê de dîyar kiribû ku vîrusa korona, pandemî, ango şewbeke cîhanî ye.

Vîrusa korona li Amerîka ketîye canê pirtir ji 600,000 kesan û 26,057 kes kuştine.

Dengê Amerîka

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin