Trump: Em hewil didin bizanin vîrusa Koronayê li laboratuara Çînê hatîye çêkirin

Serokê Amerîka Donald Trump îro roja pêncşemê 16.04.2020an got ku hikûmeta wî hewil dide ku bizane ka vîrusa Korona ji ceribandinek li laboratuvara Wuhanê, Çînê çêbûye yan na.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Dervê yê Amerîka Mike Pompeo jî got ku pêwîst e Pekîn li ser tiştên ku ew dizanin zelakirinê bide û xwe paqij bike.

Serok Trump di preskonferansekê de li Qesra Spî got ku ew derheqa raporên ku vîrus ji laboratuvara Wuhanê derketîye agahdar e.

Herwiha Trump got: "Em derbarê vê rewşa xirab ku rû daye, vêkolîneke rêkûpek dikin. Ez naxwazim bêjim ku ez ligel Serokê Çînê Xi Jinping,derbarê laboratuvarê axifîme yan ne.”

Di dema pandemîyê da Trump hewil da ku têkilîyên digel Çînê xurt bigire jiber ku Amerîkayê jibo alavên xweparasinê pişta xwe bi Çîne ve girêdabû ku kedkarên bizişkî yên Amerîkî demûdest pêdivîya wan bûn.

Tevî ku jimareke raporên medyayî derketine, jêdera derketina vîrusa Koronayê heta niha wekî razekê maye.

General Mark Milley, Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî, roja sêşemê gotibû ku îstixbarata Amerîka dîyar dike ku vîrusa Korona bi xwezayî çêbûye, ne ku li laboratuvareke Çînê hatîye afirandin, lê heta niha tiştekî zelal tuneye.

Li alîye din televîzyona Fox News roja çarşemê ragihandibû ku vîrus di laboratuvarek Wuhan de, ne wek çekekî bîyolojîk, lê wekî beşek ji hewildana Çînê ku nîşan bide ku xebatên wê yên ser şerê vîrusan wek yên Amerîkî pêşketî ne û belku jî hîn baştir in.

Ew rapor îddia kiribûn ku di laboratuvara Wuhanê de ceribandinên vîrusan tên kirin û standardên sist yên ewlehîyê bûye sedem ku xebatkarekî wê tûşî vîrusa Koronayê bibe û Korona ji li bajarên Çînê bigere.

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe