“Tirkîye dixwaze vîrusa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê belav bike!”

Berpirseka Rojavayê Kurdistanê dibêje, Tirkîye bi şandina kesên ku guman tê kirin bi vîrusa Koronayê ketibin, dixwaze vîrusa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê belav bike!

Navenda Nûçeyan - Endama rêveberîya Rojavayê Kurdistanê, Hedîye Yûsif ji malpereka nêzîkî PYDê re gotîye, dewleta Tirk hewl dide Koronavîrusê derbasî Rojavayê Kurdistanê bike û gotîye: "Agahî di destê me de hene dibêjin ku dewleta Tirk kesên ku guman tê kirin bi vîrusa Koronayê ketibin, derbasî Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê dike!”

Hedîya Yûsif her wiha gotîye ku dewleta Tirk wê nexweşîyê mina çekekê li dijî gelê kurd bikar tîne û bi vî rengî  qanûnên mafên mirovan binpê dike, ev jî wan ditirsîne.

Wê berpirsa kurd ya Rojavayê Kurdistanê daye zanîn ku zêdebarî hebûna metirsîya Koronayê lê êrişên Tirkîyê li dijî Rojavayê Kurdistanê didomin.

Hedîye Yûsif, bêdengîya civaka navdewletî ya li hemberî êrişên Tirkîyê jî rexne kirîye û gotîye ku bi berdewambûna bêdengîyê dê êrişên Tirkîyê li dijî kurdên Sûrîyê bidomin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist