Myles Caggins: Me HSD û xelkê Rojava weke hevbeşên xwe hilbijartine

Myles Caggins: Me HSD û xelkê Rojava weke hevbeşên xwe hilbijartine

Berdevkê Hevpeymanîya Navdewletî Dijî DAIŞê Myles Caggins, tekez dike, “Me HSD û xelkê Rojava weke hevbeşê xwe hilbijartine” û dibêje, “16 milyon dolar pere bo rêgirtina koronayê ji bo navçeyên bakur rojhilatê Sûrîyê hatine dabînkirin.”

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Hevpeymanîya Navdewletî Dijî DAIŞê Myles Caggins beşdarî bernameya Nûroja Dostan a Rûdawê bû û behsa hevkarîya hevpeymanîyê kir di rûbirûbûna DAIŞê de bo Rojavayê Kurdistanê.

Myles Caggins, tekez kir ku Hevpeymanîya Navdewletî heta niha zêdetirî 1 milyon dolar alîkarî pêşkêş kirîye bo dabînkirina kelûpelên pizîşkî ji bo nexweşxaneyan li Heseke û Şedadê.

Berdevkê Hevpeymanîya Navdewletî ragihand ku hevpeymanan alîkarîya darayî û kelûpelî pêşkêşî asayîşê dike li navendên desteserkirina DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê û dibêje, “ew hevkarî bi rêya Wezareta Berevanîyê ve bi budceya me tê dabînkirin. Hevdem ji budceya me, 200 milyon dolar hatine dabînkirin bo alîkarîya Hêzên Sûrîya Demokratîk, taybetî jî bo şerê li dijî DAIŞê û herwiha berevanîya li wan çekdarên hatine girtin.”

Caggins  tekez dike, “Wezareta Derve ya Amerîkayê, zêdetir 16 milyon dolar dabîn kirine bi taybetî bo rêgirîkirin li belavbûna vîrusa koronayê li seranserê Sûrîyê ku ev parêzgehên Heseke, Dêrezor û navçeyên din li bakurê Sûrîyê li xwe digire. Herwiha hevpanîyê çek û pêwîstîyên din ên şer bo HSDê dabîn kirine ku berdewam di şerê li dijî paşmayên DAIŞê de bikar tên li parêzgeha Dêrezorê.”

Myles Caggins  aşkere jî dike, “Ew pereyê ku bi rêya hevpeymanan tê, bi şêweyekî rastexo diçe bo Hêzên Sûrîya Demokratîk ku dikarin bo pêdawîstîyên xwe bikar bînin ku pêwîst e bo rêgirtina DAIŞê, bo zîndanîyan, bo navçeyên Dêrezor li Hesekê û ev pere di operasyonên dijî DAIŞê tê bikaranîn, ji ber wê yekê em alîkarîyan pêşkêşî HSDê dikin ku em dizanin HSD ji nêzîk ve kar li gel encûmenên xwecihî dike. Ew kelûpelên taybet bi rûbirûbûna COVID-19, bi şêweyekê tên dabeşkirin ku karmendên tendirusî jî bikarin xwe biparêzin û rêgirî li belavbûna vîrusê bê kirin.”

Berdevkê Hevpeymanîya Navdewletî dibêje, “Ji meha Çileyê ve, 33 milyon dolar alîkarî pêşkêşî HSDê hatîye kirin, ev çek û sîstema bergirîyê li xwe digire ku li dijî DAIŞê bikar tên. Herwiha ji bo çek, pêwîstîyên din ên serbazî û mûçeyên şervanan. HSDê erkekî gelek dijwar heye di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de.”

Di berdewamîya gotinên xwe de, Caggins  dibêje, “Piştevanîya serbazî bo HSDê ti demekê ranewastîyaye û her berdewam in. Bi şev bi êrya firokeyan û bi rêya pereşûtan alîkarîyan digihînine HSDê. Em hewl didin ku kêmtirîn xelk di warê fizîkî de peywendî li gel hev hebe, ji ber wê yekê ji asman ve alîkarîyan digihînin.”

Berdevkê Hevpeymanîya Navdewletî tekez dike ew alîkarîyên mirovî jî digihînin ew kêsên li kampan pêwîstîya wan pê heye û dibêje, “Em her tim kar dikin ku piştrast bin alîkarîyên mirovî digihijinê, Hevpeymanîya Navdewletî desthilateke mezintir heye, me HSD û xelkê Rojava weke hevbeşê xwe hilbijartine. Helîkopter û firokeyên me bo şandina alîkarîyan ji bo wan bikar tînin.”

HSDê û xelk Rojava, dilmezinî û mîhrebanîya xwe bo penaber û derbederîyan li seranserê navçeyê nîşan daye. Hevpeymanîya navdewletî û hevbeşên me yên dîplomasî dê berdewam bin di dabînkirina palpiştîya emnî.”

Caggins dibêje, “Li ser fermana Mike Pompeo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, 16 milyon dolarên din ji bo xelkê bakur rojhilatê Sûrîyê hatîye terxankirin û ev pere tenê ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê ye. Em destxweşî li HSDê dikin ku zêdetirî 10 hezar çekdarên DAIŞê desteser kirine ji 50 welatên cîyawaz.”

Myles Caggins  dibêje, “Ez dûpat dikim, Hevpeymanîya Navdewletî ji bo şerê li dijî DAIŞê li vê derê ye, karê me parastina seqamgirîyê li xwe digire ku tenduristî beşek e ji vê yekê. Ji ber hindê me palpiştîya darayî pêşkêş kirîye.”

Derbarê 10 hezar çekdarên DAIŞê li zîndanên di bin kontrola HSDê de, Myles Caggins  dîyar dike, “Ev pirsgirêkeke cîhanî ye û pêwîstî bi çareserkirineke navdewletî heye.”

Derbarê hejmara hêzên Amerîkî li herêmên di jêr kontrola HSDê de, Myles Caggins aşkere dike, “Nêzikî 600 endamên hêzên Amerîkî û hevpeymanîya navdewletî li rojhilatê Sûrîyê û navçeyên din hene. Karê me hevbeşî ye li gel HSDê bo ku hevkarî bikin û herwiha jêrxaneyên hestyar biparêzin.”

Caggins li ser vekişîna hêzên hevpeyman ji hejmareke binkeyên serbazî li Iraq û Kerkûkê, dibêje “Ji bo operasyonên li dijî DAIŞê , hevbeşîya me li gel hêzên Pêşmerge û hêzên emnî yên Iraqê dê berdewam be. Her gotobêjek li ser bicîkirina sîstema berevanîyê, tenê bo wê ye, piştrast bin ji parastina serbazên xwe. Di heyam derbasbûyî de zêdetirî 10 hezar serbazên Amerîkî û 10 welatên din ên hevpeymanan, navçe bicî hişt. Hinek ji wan demkî çûn heta ku COVID-19 nemîne. Hinek jî venagerin ji ber, srkevtina hzêên emnî yên Iraqê û hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de. DAIŞ niha jî metirsî ye.”

Caggins dîyar dike ku wan ji bo xwe ji koronayê biparêzin, şêwaza civînên xwe guhertine ku pêştir wan civînên xwe rûbirû dikirin lê niha ew bi rîya telefon û vîdeokonferansan civînên xwe encam didin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin