Salim Şebek: Heşdî Şeibî rêgire bo vegera 1500 malbatên kurdên şebek bo cîhên xwe

Nûnerê berê yê kurdên şebek li encûmena nûnerên Iraqê radigehîne, lîwaya 30 ya Heşdî Şeibî rêgire li vegera 1500 malbatên kurdên şebek bo cîh û warên xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê berê yê kurdên şebek li encûmena nûnerên Iraqê Salim Şebek ji BasNewsê re ragehand: ‘’1500 malbatên kurdên şebek li sînorê herêma Kurdistanê û bi taybet li her du parêzgehên Duhokê û Hewlêrê koçberin û milîsên lîwaya 30 ya heşdî şeibî rê nadin wan vegerin ser erdên xwe yên Deşta Nînowa.’’

Herwaha got: ‘’Me karê cîdî kirîye di vê derbarê de ku milîsên lîwaya 30 ên heşdî şeibî vekêşin ji deşta Nînowa, ku xelk bi rihetî jîyan bike. Herwaha koçber jî bikarin vegerin ser erdê xwe. Lê ji ber belavbûna vîrusa korona naha karên me rawestane û piştî nemana qedexeya hatûçûnê karên me destpê dikin û xelk li wî sînorî baca kurdbûnê didin. Ji ber wê jî pêwîste çareserîyek bo rewşa xirab bê danîn.’’

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist