Serok Mesûd Barzanî: Serxwebûn ne xewn e, mafê kurdan e û wê pêk were

Serok Mesûd Barzanî: Serxwebûn ne xewn e, mafê kurdan e û wê pêk were

Serok Mesûd Barzanî di beşa duyem a hevpeyvîna di bernameya “Setir westt” a kenala MBC de, bersiva komeke pirsa da. Serok Barzanî derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de aşkere kir serxwebûn ne xewn e û mafê kurdan e û wê pêk were.

A+A-

NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê pirsa MBC, ku piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên û vegera kurd bo Bexdayê, ma ew biryareke şaş bû, Serok Barzanî got: Wê demê armanc, avakirina Iraqeke nû be û kurd û hemû pêkhateyên din tê de mafên xwe werbigirin û welatî tê de hest bi ewlehîyê bike û hest bike ku welatekî wî heye û hest bike ku bi erk rabe, ta mafên xwe werbigire. Biryar ne şaş bû, belkû biryara her rast di wê demê de bû.”

MBC: Kê biryara kurd wê dema da?

Serok Barzanî: Partîyên kurd biryar dan, Partîya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê û partîyên din û Parlemana Kurdistanê biryar dan.

Serok Barzanî derbarê destpêkirina Hakimê Medenî Paul Premer û yekem civîna wan de got: “Bo yekem car li Koşka Serokatîya Komarê (rêjîma berê) bi wî re civîyam, got: Ez nûnertîya civaka navdewletî û Serokê Amerîka dikim, li gor biryara Encûmena Asayişê, ev proseya dagîrkirinê ye û divê hûn hemû pabend bin. Hûn pêşnîyazan bikin, lê ne merc e hûn razîbûnê li ser hemû tiştî ji min werbigirin.”

Serok Barzanî amaje bi helwesta xwe kir û got: “Min jî jê re got, ez li vir nûnertîya xwe dikim û bi navê xwe diaxivim, ez nabim şêwirmendê ti kesekî, baregeha min li Hewlêrê û heger tiştek bi te pêwîst bû, yan karekî te hebû, ez li Hewlêrê dibim.”

MBC: Te pêşbînî dikir, çarenivîsa Sedam Husên wiha ba?

Serok Barzanî: Min bawer dikir, ku heger bigihe astekê, dê dawî li jîyana xwe bianîya û ji xwe re dîrokek binivîsîya. Lê dema min dît çawa ew ji kortikê derxistin, ji çavê min ket.

MBC: Helwesta kurdan ji dadgehê çi bû?

Serok Barzanî: Helwesta kurd bi rûmet û mirovî bû.

MBC: Hin dengên Iraqî hebûn dibêjin, sitemkarî li Sedam di dadgehê de hate kirin û divîyabû Iraqîyan ew dadgeh bikirina?

Serok Barzanî: Ew ji ber hemû tawanên bi ser gelê Iraqê û cîranên Iraqê de hatine kirin de ve berpirsyar bû. Bawer in, divê di şeva cejnê de nehatiba bidarvekirin, berî cejnê, yan piştî cejnê.

MBC: Dema te dîmena Sedam dît bi da ve bû, hesta te çi bû?

Serok Barzanî: Min hest kir ku Xwedê tolê li stemkaran vedide. Xwedê derfetê dide, lê piştguh nake.

Pêwendîya Kurd û Amerîka di serdema George Bush de

Serok Barzani: Di ser dema Geoge Bush ê bavik de, Amerîka ji me re got, ku hêzên me dê vekişin û tenê navendeke hevahengîyê li Zaxo dihêlin, heger hikûmeta Iraqê jî êrîş we bikin, emê bersivê bidin, lê heger hûn êrîş bikin, em destêwerdanê nakin, ev nameya Washigtonê bû. Piştî Clinton hat, nameya Amerîka hat guhartin, Amerîka got, heger hûn êrîşî artêşa Iraqê bikin, em destêwerdanê nakin, emê destêwerdanê bikin, lê di dem û cihê ku em dîyar bikin de. Min jî ji wan re got: Heger em mirin, fatîhê li ser me nexwînin. Anku em nerazî bûn.

Piştre û berî ketina rêjîma Sedam, di serdaneke neragihandî de em çûn Washingtonê. Dema me bawer kir ku rast biryarek bi hilweşandina rêjîma Iraqê heye, me ji Amerîka re got, heger hûn cidî ne, em jî cidî ne. Em dixwazin derfetek were pêş, em Iraqeke nû ava bikin.

Pirs kirin, pêşnîyara we çi ye? Me got, divê kongreyek ji hemû alîyên opozîsyona Iraqê re bê kirin, li wir guftûgo bikin çawa Iraqa nû ava bikin. Di meha Berçile de li Londonê kongre hat girêdan û rêkeftin li ser çawanîya avakirina Iraqê nû û dagirtina valahîyê hat kirin, lê di roja dawîyê de min hest kir ku hin alî dixwazin tolê vedin. Min gotarek pêşkêş kir û got, ez her dem li dijî dîktatorîyê me û min şerê rêjîmê jî kir, 37 kes ji malbata min ji bira, pismanên û zarokên pişmanên, 8 hezar ji eşîra min û 180 hezar ji netewa min bûn qurbanî, heger ji niha ve bîr li wê bikim ku piştî rûxandina rêjîmê, 37 kesan ji malbata Sedam, 8 hezar kesî ji devera Tekrît (devar Sedam) û 180 hezar kesî ji taîfeya wî bikujim, dê çi li vî welatî bimîne, heger her kesek bixwaze li tolvedanê bike.

Min got, tiştê herî baş ew e, em li ser lîsteya tawanbaran li hev bikin û wan bidin dadgehan û sizayên xwe werbigirin, yên din jî di welat bijîn û rûpeleke nû vekin.

MBC: Nîyaza opozîsyona Iraqê wê demê tolvedan bû?

Serok Barzanî: Min got, ez niha li ser pêşeroja Iraqê ditirsim, em nikarin welat ava bikin, hinek ligel min bûn, hinek jî li dij.

MBC: Tu li dijî rîşekêşana Beis bû?

Serok Barzanî: Ez li dijî wê yekê me ku bi awayekî serederî bi paşmayên Beis re bê kirin, tenê ewên tawanbar in divê sizayên dadwerane werbigirin, lê yên din nabe şerê nanê wan were kirin. Ez ne li dijî rîşekêşana sîyasî bûm, ez li dijî birîna nanê xelkê me.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin