Rêveberîya PDKê li Kerkûkê peyamek li ser tewanê li Pirdê belav kir

Encûmena rêveberîya PDKê li Kerkûk – Germîyanê peyamek ji ber tewanê li Pirdê belav kir û daxwaza danîna parêzgerekî xwedî şîyan û paqij bo Kerkûkê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN - Encûmena rêveberîya PDKê li Kerkûk – Germîyanê peyamek ji ber tewanê li Pirdê belav kir û daxwaza danîna parêzgerekî xwedî şîyan û paqij bo Kerkûkê kir.

Peyam waha ye:

Peyama Encûmena rêveberîya Kerkûk – Germîyanê ya derbarê tewanê li Pirdê de

Bi navê xwedayê mezin

Bîhîstin û dîtina dîmenên tewanên destdirêjîya çend kesên ser bi hêzên Heşdî Şeibî û polîsê Îtîhadî li sînorê desthilatîya lijneya ewlehîyê û parêzgerê sepandî yê Kerkûkê bo ser jinekî xwedî pêdivîyên taybet û gelek feqîr û hejzar a kurd li Pirdê, wijdana hemû mirovekî dihejîne. Ji ber wê em destxweşîyê û piştevanîyê li peyama dirust û bilind a rêzdar Serok Barzanî dikin ku gelek bi dirustî û merdî û bi wijdanî ve li ser takekî kurd a kêmendam li bajarokê Pirdê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê rabûye serpîyan û bi dengê bilind ve daxwaz li her du hikûmetên herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê kir, bi hevbeşî lêkolînê li wê tewana kirêt bikin û encamderên wê tewanê demek kurt de ceza bikin.’’

Birêz Serok Barzanî bi wê peyama bilind û tejî wate ve hemû kurdekî Kerkûkê û giştî rûniştvanên navçeyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê re ragehand em piştevanin û nahêlin zulm li we bê kirin û ji dost û dijmin re jî got, em hemû demekî piştevanê rûniştvanên navçeyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê ne û divê rewşa wan navçeyan bê asayî kirin.

Em jî daxwaz ji hikûmeta federal û hikûmeta herêma Kurdistanê dikin, demekî zû de rewşa parêzgeha Kerkûkê bê asayî kirin û parêzgarekî xwedî şîyan û dest paqij ku ti dosyayekî wî yê gendelî tinebe û li dadgehê bi torpîl ango wasitan ve û rêyên ne rewa ve bi kefalet xwe ji cezayên dadwer rizgar nekiribe, wek parêzgerê naha yê hatî sepandin ê Kerkûkê!!!!

Kesek be derveyî gendelîyê be û fêl û kîn di dilê wî de nebe û kesek be bi rêya bira û kesên nêzîk xwe ve destê wî têkelî terorîstên DAIŞê nekiribe û nebe. Kesek be di hewldanan destverdana bajarê Kerkûk a dilê Kurdistan a DAIŞê lê şikestî nekiribe.

Herwaha kesek be ji alîyê pêkhateyên Kerkûkê ve bê nasîn û xwedî cîhê rêzê be.

Dubare destxweşî li rêzdar Serok Barzanî em dikin. Sax û serbilind û serkeftî bin

Dr. Kemal Kerkûkî

Serokê Encûmena rêveberîya Kerkûk – Germîyanê

10.04.2020

Siyaset Haberleri

Ahmet Guneştekîn li Romayê pêşangehek vekir
Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn