Li Efrînê grûpên çekdar pezê welatîyan didizin

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, fermandar û çekdarên grûpên El Hemzat, Feyleq el Şam, Ehrar el Şerqîye û Feyleq el Mecid pez ji bajarê Efrînê û çend gundên derdora wê dizîne.

Navenda Nûçeyan - Pez û sewal jî ji dizî û talankirina grûpên çekdar ên opozisyona Sûrîyê ya girêdayî Tirkîyê nafilitin.

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, 4 grûpên çekdar nêzîk, 200 serî sewal ji welatîyan dizîne.

Fermandar û çekdarên her yek ji grûpên El Hemzat, Feyleq el Şam, Ehrar el Şerqîye û Feyleq el Mecid sewal ji bajarê Efrînê û çend gundên derdora wî dizîne.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê: “Roja 6ê nîsanê, çekdarên Grûpa el-Hemzat 150 mihên welatî Mihemed Ferec li Gundê Meyase dizîne. Çekdaran gefa kuştinê li xwedîyê mihan xwarîye eger daxwaza sewalê xwe bike. Piştî navbênkarîya hin kesan, çekdaran daxwaza 1500 dolar kirine da ku mihên wî vegerînin. Çekdarên grûpa Ceyş el Îslam 10 sewalên welatîyekî bi navê bavê Xalid ji taxa Eşrefîyê ya Efrînê dizîne. Fermandarê Ehrar el Şerqîye, Ebû Mûhemed 4 mihên welatî bavê Hesan ji taxa Eşrefîyê dizîne. Çekdarên grûpa Hemzat 3 mihên welatîyekî ji gundê Kîmarê dizîne. Mihemed Hebûb, naskirî bi Ebû Welîd, fermandarê Feyleq el Mecid li gundê Zerka 10 sewal dizîne.”

Grûpên çekdar û Erebên hawirde pez û sewalê xwe li nav darzeytûn û zevîyên cotyarê Kurd diçêrînin û zîyaneke mezin digihînên darên wan.

Ji yekem roja destdanîna ser Efrînê, ji alîyê hêzên Tirkîyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûrîyê, ji nav dîmenên dizî û talankirinê, dîmenên dizîya pez hebûn.

Li gor raporta Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, grûpên çekdar ne tenê pez û sewalê xelkê Efrînê, lê heta yên Erebên hawirde jî didizin û talan dikin.

Rudaw

Siyaset Haberleri

Çalakiyên berfireh bi hilkefta 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçin
Riha û Urmiye bûn destbirak
Şêwirmendê Ewlekariyê ya Iraqê: Divê mûçeyên karmendên Kurdistanê bên dabînkirin
Trump nameyeke gumrikê ji 7 welatên nû re şand!
Dadgehê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo 13 kesan îdam û 219 sal ceza da