Binpêkirinên herî dawî yên çekdaran li Efrînê

Binpêkirinên herî dawî yên çekdaran li Efrînê

Polîsên serbazî yên ser bi hikûmeta demkî ya Îtîlafa opozisyona Sûriyê welatiyekî Kurd revandine û ji bo azadkirina wî, ew daxwza 2 milyon lîreyên Sûrî dikin. Li gundekî Bilbilê jî, hêzên Tirkiyê rê nadin cotyarên Kurd biçin na zeviyên xwe.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Erebên hawirde dest danîne ser mala welatiyê Kurd Şaban Elî li bajarê Efrînê. Ji ber ku wî daxwaza mala xwe li Erebên hawirde kiriye, polîsên serbazî ew revandine.

Li nav bajarokê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpên girêdayî Tirkiyê mal û milkê xelkê ji bo xwe difiroşin.

Li nav bajarê Efrînê jî, ji ber ku welatiyekî daxwaza mala xwe ya desteserkirî kiriye, li şûna vegerandina malê, malxwê hatiye girtin û bêserûşûnkirin.

Ji bilî çekdarên grûpên girêdayî Tirkiyê, hêzên artêşa Tirkiyê jî, li gundekekî ser bi nahiyeya Bilbilê rê nadin cotyarên Kurd biçin nav zeviyên xwe û mêwên xwe bikesêxin.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovabn li Efrînê: Polîsên serbazî bi fermandariya Mihemed Hemadîn welatiyê Kurd Şaban Cuma Elî ji gundê Kurzêlê revandine. Erebên hawirde dest danîne ser mala welatiyê navborî li taxa Dûsayidê rojava li nav bajarê Efrînê. Ji ber ku welatiyê Kurd, ku temenê wî 66 sal in, daxwaza vegerandina mala xwe kiriye, polîsên serbazî ew ji destpêka adarê ve revandine. Revînerên welatiyê Kurd pêwendî ligel kesûkarên wî kirine û daxwaza 2 milyon lîreyên Sûrî jib o azadkirine wî dikin. Çekdarekî grûpa Ehrar el Şerqiyê li bajarokê Cindirêsê mala welatiyê bi navê Mistefa Kerkûr firotiye. Çekdarê grûpa navorî, roja 2yê nîsanê mala wî welatiyî bi 1000 dolarî ji xwe re firotiye Erebekî hawirde.”

Li gundê Kurdo, hêzên hikûmeta Tirkiyê rê nadin cotyarên Kurd ku biçin nav zeviyên xwe û darmêweyên xwe bikesêxin.

Yasanaseke Kurd ji nav bajarê Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, grûpên çekdar hîç hesabekî ji tu sazî û dezgehên yasayî yên girêdayî hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê nakin.

Yasanasa Kurd herwiha got, piraniya binpêkirinên ku li herêma Efrînê li dijî Kurdan tên kiribin bi razîbûn û tevedana desthilata Tirkiyê û hikûmeta Îtîlafê ya guirêdayî Tirkiyê tên kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin