Li Dîyarbekirê panelek ser wêjeya Kurdî hat lidarxistin

Dezgeha Îsmaîl Bêşîkçî li Dîyarbekirê, çalaki û bernameyên li ser ziman, çand û hunera Kurdî didomîne. Vî hefteya jî Helbestvanê Kurd Berken Bereh, bi xwîner û heskirîyên xwe ra, di panlekî de ber hev hatin û helbest û wêjeya Kurdî gotebêj kirin.

 

Navenda Nûçeyan- Helbestvanê Kurd Berken Bereh, li Dîyarbekirê li ser helbest û wêjeya Kurdî bû mêvanê panela ku ji alîyê Weqfa (Dezgeha) Îsmaîl Bêşîkçî ve hat lidarxistin. Di panele de bal hat kişandin li ser girîngîya xwendin û haydarbûna ji berhemên Kurdî û rola wêjeyê di xwe parastin û bipêş xistina nasnameya neteweyî de.

Dezgeha  Îsmaîl Bêşîkçî li Dîyarbekirê, çalaki û bernameyên li ser ziman, çand û hunera Kurdî didomîne. Vî hefteya jî Helbestvanê Kurd Berken Bereh, bi xwîner û heskirîyên xwe ra, di panlekî de ber hev hatin û helbest û wêjeya Kurdî gotebêj kirin.

Helbestvan û wêjekarê Kurd Berken Bereh, balê kişand gotina ku dibêje: 'miletekî dikare wek miletekî din bifikire, lê nikarin wek hev hêst bikin.' Û loma jî helbest li gel boçûnan, vegotina hêstê miletekî ye û rêbazeke bipêşxistina netweperî ye.

Berken Bereh – Helbestvan- got:"Ev zimanê ku bi salane buye zimanê wêjekarîyê, balagat û ciwankarîyê ku bi bi rastî jî buye berdevkê dil û rih û gîyana vî miletî, divê neyê piştguh kirin û û qedr û qîmet bê dayîn. Bi raya min heger Kurdekî wêjeya Kurdî bixwîne, dê tam û çêzeke çêtir ji vê dinyayê jî hêst bike. Ez dixwazim Kurd ji wê tamê bêpar nemînin û bila wê tamê bijîn."

Berken Bereh balê kişand ku ji ber gelek sedeman wêje û berhemên Kurdî girîngî û qedirgirtina pêwist nabînin û bi taybet jî sîyaseta Kurd, ji bo zimanê civaka xwe baldarî û qedirgirtinê de gelek xemsar tev digere.

Helbestvana Kurd Reşê Çevîk ku beşdarî panêlê bû jî, ji mijar û xwendina helbestên di panelê da, bi pêsindarî behs kir û balê kişand ku ji bo helwesta danîna li dijî pişaftinê, xwedîlêderketina wêjeya Kurdî mewzîya herî girîng e.

Reşê Çevîk – Helbestvan- dibêje:"Di vê zivistanê de, Berken Bereh wek tîrojên tavê ewran da alî û ronahî û germahîya xwe a me. Pişaftineke zêde heye li ser me hemû Kurdan, ne tenê li ser wêjekar û rewşembîran. Lê ku em çiqas bikarin ji vê pişaftinê xwe rizgar bikin û bibin ronahîyekî ji bo civaka xwe; ew jî ji bo me serbilindî û serfirazîye."

Piştî pêşkêş kirina gotarên li ser rol û girîngîya wêjeya Kurdî û xedina helbestên Kurdî, Berken Bereh berhemên xwe ji bo xwîneran îmze kir.

 


Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!