Feysel Yûsif: Divê rêkeftin bi tevahî bibe, ne tenê li ser Lêvegera Siyasî be

Feysel Yûsif: Divê rêkeftin bi tevahî bibe, ne tenê li ser Lêvegera Siyasî be

Endamê Desteya Serokatiya ENKS Feysel Yûsif li ser rêkeftina Lêvegera Kurdî ya Bilind ragihand: “Lêveger beşeke sereke ye ji vê rêkeftinê. Rêveberî û tevlîbûna rêveberiyê, meseleya parastinê û nakokiyên berê jî divê werin çareserkirin. Lêveger dê bibe bingehek ji bo cîbicîkirina nêrîna siyasî û van karûbarên din.”

Îro Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Endama Komîteya Danûstandinan Sema Bekdaş ragihand ku Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) li ser Lêvegera Kurdî ya Bilind û 6 xalan li hev kirine.

Endamê Desteya Serokatiya ENKS û Endamê Şanda Danûstandkar a ligel PYNKê Feysel Yûsif beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û bersiv da pirsên Cemal Batun.

Li ser pirsa "Gelo Lêvegera Kurdî ya Bilind li ser kîjan xalan li hev kirine?" Feysel Yûsif diyar kir: “Ev rêkeftin ne xalek tenê ye. Rêkeftina me bi tevahî; nêrîna siyasî ya hevbeş, rêkeftina Duhokê ji destpêka mesela lêvegerê, ji mesela rêveberiyê, ji mesela leşkerî û çareserkirina meseleyên nakokî yên di navbera me de. Heta niha nêrîna siyasî ya hevbeş bi kar hatiye… Em dibêjin ev lêveger, karê xwe bi rengekî bike ku bê kelam û bi rehetî, divê ew meseleyên nakokî çareser bibin.”

Feysel Yûsif li ser armanca Lêvegera Kurdî ya Bilind destnîşan kir: “Lêveger, me gotiye dê helwesta Kurdî yek bide nîşandan, dê karibe nûnertiya miletê Kurd bike, dê karibe xwedî biryara siyasî û stratejîk be di çarenûsa miletê Kurd de, dê karibe tiştekî ku bi aliyê miletê Kurd ve girêdayî bi çi awayî be, wextê bixwaze li ser bisekine û bide guherandin, an jî helîne, herwiha li dijî terorîstan berevaniya mafê miletê Kurd bike.”

Yûsif li ser hejmar û rêjeyên endamên Lêvegera Kurdî ya Bilind eşkere kir ku ENKS dê ji xwe %40 û ji derveyî xwe %10 endam deyne, herwiha PYNK jî ji xwe %40 û ji derveyî xwe %10 endam pêk bîne, hejmara endaman jî bi giştî dê 40 kes bibe.

Feysel Yûsif diyar dike: “Lêveger beşeke sereke ye ji vê rêkeftinê. Rêveberî û tevlîbûna rêveberiyê, meseleya parastinê û nakokiyên berê jî werin çareserkirin. Lêveger dê bibe bingehek ji bo cîbicîkirina nêrîna siyasî û van karûbarên din, heta niha hinek tişt hene ku me li hev kiriye û me rê kiriye û em li pey diçin, em bi hêvî ne ku bi dawî were. Lê danûstandina me ne tenê mesela Lêvegerê ye û hew, na, hê gelek tiştên me jî hene. Em dibêjin rêkeftin divê tevahî bibe, ne tenê Lêveger bibe.”

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye