Dayîkên Şemîyê vê hefteyê jî aqûbeta windahiyan pirsîn

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan li Stenbol, Amed û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan li Stenbol, Amed û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn. Denîz Gulunay a 27 sal berê bavê wê Hasan Gulunay hat binçaıvkirin û windakirin, nameyek ji çalaktiya Dayikên Şemiyê re şand. Li Amed û Êlihê jî li aqûbeta windayan pirsîn û hat diyar kirin ku di salên 90’î de mirovan bi Torosên spî û îro jî, bi wesayîtên nûjen serwinda kirin

Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 747’an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin. Lê dayik dîsa rastî astengiya polîsan hatin û li kolana Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê hatin cem hev û daxuyanî dan. Li ser navê girsê Endama Komîsyona Li Dijî Binçavkirinan a ÎHD’a Stenbolê Sebla Ercan daxuyanî xwend.

 ‘Berê mirov bi Torosan, îro jî bi wesayîtên nûjen serwinda dikin’


Xizmên windayan li Amed û êlihê li aqûbeta windayan pirsîn û di çalakiyên vê heftê de hat diyar kirin ku di salên 90’î de mirovan bi Torosên spî û îro jî, bi wesayîtên nûjen serwinda kirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 545’emîn de çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. ‘JI REJÎMA HÎTLER


Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê Hasan Yalçin, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Xizmên windayan û dayik bi salane li bendê ne ku agahiyekê ji zarokên xwe bigirin. Em tim daxwaza edaletê ji desthilatdariya siyasî û dewletê kir. Dema ku em li mînakên dîrokî û yên cîhanê mêze dikin, li Arjantîn, Yugoslavaya û Almaya, hikumet bi paşeroja xwe re rû bi rûyê hev ketin û wisan edalet hat bi cih anîn. Li Elmanya li dijî rejîma Hîtler Dadgeha Cezayê Leşkerî ya Nurnberg hat avakirin û ji bersûc hesap hat pirsîn. Ji bo rû bi rûyê paşeroja xwe ketin bê temîn kirin, divê mekanîzmayek di hûndirê darazê û ji derveyî darazê bê avakirin.”
yên betal kirin. Ev sûcên li dijî mirovahiyê ne. Divê lêpirsînên pêwîst bên dest pê kirin û em daxwaza vekirina dozan dikin.”


Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê Adnan Orhan jî çîroka Mehmet Ertak ê di 20’ê tebaxa 1992’yan de, li Şirmexê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin xwend û pirsa aqûbeta wî kir.


‘Em ê ji bo aştiyê têbikoşin’


Rêveber û endamên ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 451’an de li avahiya ÎHD’ê li hev kom bûn û bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” çalakî li dar xistin. Gelek xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Hevserokê ÎHD’a Êlihê Devran Yildiz, di çalakiyê de axivî. Yildiz diyar kir ku 4 sal bi ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn û wiha got: “Em ê daxwaza wan a aştiyê pêk bînin. Em ê ji bo vê yekê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em 33 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin û bejna xwe  li hemberî wan di tewînin.”

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!