Çapemenî û ragihandina bi kurmancî li Îranê

Elî Paksirêşt-BASSNEWS

Li Îranê kurdên kurmanc li parêzgehên Xorasana Bakûrî, Xorasana Rezevî, Azerbaycana Rojavayî herwiha gelheyeke wan jî li bajarên Xelxal, Rûdbar, Qezvîn, Demavend û Têrana paytextê de dijîn. Em ê di vê nivîsê de bi navên rojname, kovar, deng û rengên (radyo û televîzyonên) ku beşeke ji wan bi kurdiya kurmancî ye yan bûye re nasyar bin.

Ehmedê Qazî, lêkolînerl kurd, dîroka çapemeniya bi kurdî li Îranê dike sê birran: yekem, ji destpêka sedsala 20’em heya sala 1945’an; duyem ji 1945’an hetanî sala 1979’an yanê Şorişa Îslamî û sêyem jî ji vê salê wêdetir. Ew dibêje di serdema sêyem de hejmara weşîneyan gelekî zêde bû. Mirov dikare van weşîneyan bike sê desteyan: hizbî/rêxistinî, xwendekarî û yên xwedanên destûra Wezareta Çand û Rênîşana Îslamiyê.

Piraniya van weşîneyan bi kurdî yan kurdî-farisî ne yan bûne. Di beşa bi kurdî de hema hema gişt bi kurdiya soranî ne bûne lê di hinekan de jî carcaran nivîsin bi kurdiya kurmancî jî hene û hebûne.

Kovar;

-Sirwe: Bi qasî dorbera 10 rûpelan li dawiya wê de bi Kurmancî jî nivîs û li weşanxaneya Selahedînê Eyûbî li Ûrmiyeyê dihatin weşandin.

-Amanc: Bi piştevaniya Saziya Ragotina/Propagandaya Îslamî û bi hevkariya Seyîd Celal Nizamî dihat weşandin.

-Swêda: Li Têran û Xorasanê bi Kurdî-Farisî bû û carinan çend rûpelên bi Kurmancî jî tê de hebûn. Dr. Qedîr Efrûnd berpirsê wê bû.

-Biryar: Li sala 2003-2004 li Zanîngeha Tewrêzê/Tebrîzê bi qasî 4 hejmaran weşiya û piraniya wê jî bi Kurmancî bû. Fatme Bilixkanlo berpirsa wê bû.

-Ronahî: Xwendekarên zanîngeha Bihiştiya Têranê, Mêhdî Ebdullahî û Kerîm Mihemednijad, wedişandin.

-Roja Nû: Bi vî navî li her du zanîngehên Ûrmiye û Meşedê dihatin weşandin.

-Xatûn: Li Enstîtuya Ehmedê Xanê li Ûrmiyeyê dihat weşandin.

-Çand: Li Enstîtuya Ehmedê Xanê li Ûrmiyeyê dihat weşandin.

-Şî: Bi kurdiya Soranî ye, carinan çend rûpel jî bi Kurmancî ne.

-Areş: Dr. Qedîr Efrûnd bi Farisî-Kurmancî wedişîne.

-Jîlwan: Mehname ye bi kurdiya soranî, carinan çend rûpel jî bi Kurmancî ne. Şîlan Xakî berpirsa wê ye.

-Dengê Kurmanc: Xwendekarên zanîngeha Meşedê li Xorasanê wedişandin.

-Kurmanc: Xwendekarên zanîngeha Meşedê li Xorasanê wedişandin.

Deng/Radyo;

-Radyoya Kirmaşanê: Ev radyo ya Têranê bû, piştî 14 salan veguhestin Kirmaşanê lê piştre dîsan vegerandin.

-Radyo Têran: ji sala 1984’an ve ji Kirmaşanê hatiye Têranê.

-Radyo ÛmiyeHîn jî heye.

-Radyo Meşed. Hîn jî heye.

Reng/TV;

-Sahar/Seher. Hîn jî heye. Ji 24 demjimêran, 2 demjimêr bi Kurmancî û yên din jî bi Soranî ne.

-Kanala parzêgeha Xorasana Bakûrî.

-Kanala parêzgehî ya Ûrmiyeyê.

 

Elî Paksirêşt-BASSNEWS

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!