Serokwezîrê Vatîkanê û Serok Barzanî li hev civiyan

Serokwezîrê Vatîkanê û Serok Barzanî li hev civiyan

.

A+A-

 Serok Mesûd Barzanî çû Vatîkanê li gel Serokwezîrê Vatîkanê Pietro Parolini civiya.

Serokwezîrê Vatîkanê ragihand ku rola Serok Barzanî wiha kiriye ku xelk li Îraq û Kurdistan û di nav aramî û aştiyê de bijîn.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Vatîkanê de, Serok Mesûd Barzanî li gel Serokwezîrê Vatîkanê Pietro Parolini civîna xwe pêk anî.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serokwezîrê Vatîkanê tevî xêrhatina Serok Barzanî, "pêzanîna xwe ya ji bo rola Serok Barzanî ya di kûrkirina çanda bihevrejiyan, seqamgîrî û ewlehiya li Kurdistan û Îraqê de anî zimên.

Pietro Parolini diyar kir ku ew rola Serok Barzanî "bûye sedem ku xelk li Kurdistan û Îraqê di nav aramî û aştiyê de bijîn."

Di beşeke din a hevdîtinê de, rewşa siyasî û bipêşketinên dawî yên Îraq û herêmê û gefên li ser paşeroja herêmê, bi taybetî Sûriyeyê, hatin gotûbêjkirin. Her wiha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Vatîkanê mijareke din a civînê bûn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin