"Serokwezîrê Swêdê bi merasima resmî hat pêşewazîkirin"

"Serokwezîrê Swêdê bi merasima resmî hat pêşewazîkirin"

Kurdên li Swêdê bi serdana Serokwezîrê Swêdê Stefan Lovfen bo Başûrê Kurdistanê kêfxweş in.

A+A-

Di 24ê Cotmeha 2016, Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven bi rêya firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê û li firokexaneyê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Di merasîma fermî ya pêşewazîkirinê de, herwiha Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistan Qubad Talebanî, Wezîrê Navxwe û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa Berdevkê Hukumeta Herêmê Sefîn Dizeyî û Berpirsê Hukimeta Herêma Kurdistanê yê Swêdê Şoreş Qadir amede bûn.

Stefan Lovfen bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civînan pêk bîne.

Kurdên li Swêdê bi seredana Serokwezîrê Swêdê Stefan Lovfen bo Başûrê Kurdistanê kêfxweş in. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin