Serokwezîrê Brîtanyayê: Divê Putin berdêla dûrketina ji guftûgoyên aştiyê bide

Serokwezîrê Brîtanyayê: Divê Putin berdêla dûrketina ji guftûgoyên aştiyê bide

.

A+A-

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ragihand ku ew qebûl nakin Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di bipaşxistina guftûgoyên aştiyê de berdewam be.

Keir Starmer got, divê Putin berdêla x dûrketina ji guftûgoyên aştiyê bide û cezayên zêdetir li ser aboriya wî bên sepandin.

Şandeyên Rûsya û Ukraynayê doh bi mebesta civînê li Stenbolê bûn lê di şandeya Rûsyayê de Vladimir Putin nebû.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ragihand, “Taktîkên Putin ên ji bo sistkirinê, derengxistinê û berdewamiya kuştinê li Ukraynayê, nayên qebûlkirin.”

Gotinên Starmer piştî wê yekê hatin ku pêşbînî dihat kirin doh Putin û Zelenskyy li Stenbolê bicivin lê Serokê Rûsyayê neçû.

Biryar e îro Civata Siyasî ya Ewropayê li Tîranaya paytexta Albanyayê dest bi civînên xwe bike.

Civat sala 2022yan li ser pêşniyaza Serokê Fransayê Emmanuel Macron hat damezirandin.

20 welat ku herî berbiçav Brîtanya û Fransa ne beşdar in û li wir welatên Ewropî rêkarên li dijî Rûsyayê digirin ber xwe.

Li gorî Hikûmeta Brîtanyayê, di wan civînan de beşdar dê zextên xwe li ser Kremlînê tund bikin.

Serokwezîrê Brîtanyayê jî amaje bi wê yekê da û anî ziman:

“Pêwîst e agirbesteke bê şert û merc were kirin û eger Rûsya naxwaze were nav gotûbêjan, pêwîst e Putin berdêla wê bide.”

Starmer tekezî li ser wê yekê jî kir ku eger welatê Rûsya neyê ser maseya gotûbêjan enerjiya Rûsyayê dê rastî cezayên tund were.

Şerê Ukrayna û Rûsyayê hezar û 176 roj in dest pê kiriye.

Pirsgirêka sînoran, endamtiya Ukraynayê ya NATOyê, vekişîna artêşa Rûsyayê ya ji Ukraynayê û paşeroja ewlehiya Kyivê astengiyên herî mezin ên li ber agirbesta şer in.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin