Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss nameyek ji Mesrûr Barzanî re şand

Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss nameyek ji Mesrûr Barzanî re şand

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyek ji Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss wergirt.

Serokwezîra Brîtanya di nameya xwe de amaje bi serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Brîtanyayê di meha Nîsana borî de kir û got: “Gelekî xweşhal bûm ku di meha Nîsana îsal de me li Londonê pêşwazî li we kir û hêvîdar in ev serdane berhemdar bûbe.”

Serokwezîra Brîtanyayê behsa pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê dike û dibêje: “Xweşhal im ku pêwendiyên me yên dîrokî îro di ji her demekê zêdetir bihêztir in.”

Liz Truss her wiha di nameya xwe de dibêje: “Em xwedî nirxên hevbeş in û Em pabendî parastina asayiş û aramiya Herêma Kurdistanê ne wek beşek ji Iraqeke bihêz û yekgirtî û berdewam dibin ta ku ji nêzîk ve bi hev re rûbirûyî terorê bibin.”

Serokwezîra Brîtanya di dawiya nameya xwe ya ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de nivîsiye: “Hêvîdar im bi hev re kar ji bo bihêzkirina pêwendiyên me bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin