
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Dîlan Yeşilgoz kir
.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber wergirtina posta Cîgira Serokwezîr û Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê, pîrozbahî li siyasetmedara Kurd Dîlan Yeşilgoz kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Sibata 2026an), li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyameke pîrozbahiyê weşand û tê de got: "Ez bi germî pîrozbahiyê li Dîlan Yeşilgoz dikim bi boneya wergirtina posta Cîgira Serokwezîr û Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê."
Herwiha Serokwezîr Mesrûr ragiahdn, "Em têkiliyên xwe yên ligel Hollandayê bilind dinirxînin û em dixwazin hevahengiya di navbera me de berdewam bike."
Siyasetmedara Kurd a bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ye, Dîlan Yeşilgoz, di encama guhertinên siyasî yên li Hollandayê de, di gaveke dîrokî de wek Cîgira Serokwezîr û Wezîra Berevaniyê ya wî welatî dest bi kar kir.
Dilan Yeşilgoz kî ye?
Dilan Yeşilgoz di sala 1977an de li Enqereya paytexta Tirkiyeyê, di malbateke Kurd a ji Bakurê Kurdistanê de hatiye dinê. Ew di zarokatiya xwe de wek penaber li gel malbata xwe çûye Hollandayê.
Piştî qedandina xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Amsterdamê, Yeşilgoz bi xêra jêhatîbûna xwe di qada siyasî de zû pêş ket. Wê destpêkê wek endama encûmena şaredariyê, piştre wek parlamenter û wek Wezîra Enerjiyê û Wezîra Dadê kar kir. Dilan Yeşilgoz bû yekem jin ku serokatiya partiya VVD dike û niha wek yek ji karaktera herî bihêz ên siyasî li ser asta Ewropayê tê dîtin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin