Serokwezîr Mesrur Barzanî gotara xwe pêşkêşî semînerê kir

Serokwezîr Mesrur Barzanî gotara xwe pêşkêşî semînerê kir

.

A+A-

Serokwezîr Barzanî, li Londonê li Peymangeha Chatham House beşdarî semînerê bû. Serokê Hikûmeta Kurdistanê di gotara xwe de bi taybetî bal kişand ser biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê û petrola Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di gotara ku pêşkêş kir de qala têkiliyên Hewlêr û Bexdayê jî kir. Serokwezîr Barzanî got:  “Ez kêfxweş im ku  îro em behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi giştî dikin. Ev navçe ji heyama 10 salên borî ve li hemû cîhanê bûye bûyereke girîng.  Bûyerên Rojhilata Navîn, ne tenê girêdayiyê Rojhilata Navîn in, pêwendiya wê bi hemû cîhanê ve heye.”

Serokwezîr di berdewamiya gotarê de da zanîn ku her çiqas bûyerên koçberî, zordarî û gefên şerê DAIŞê  kêm bûbin jî ev hemû sedem in ku ew xwe ji bo pêşhateyan amade bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin