Serokomarê Tirkiyê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê kir

Serokomarê Tirkiyê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê kir

.

A+A-

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan  li Koşka Serokkomariyê ya li Enqerê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 2/2/2022an bi serdaneke fermî gihîşt Tirkiyê û Enqerê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan civiya.

Di civînê de, pêşvebirina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê hatin guftûgokirin û tekezî li girîngiya bihêzkirina pêwendiyên bazirganî û aborî yên di navbera her du aliyan de hate kirin.

Herwiha di civînê de, hevkariyên hevbeş, rewşa siyasî ya Iraqê û dawî pêşhatên navçeyê hatin guftûgokirin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin