Serokê Şaredariya Sarcelles a Fransayê hevsoziya xwe ji bo Kurdan anî ziman

Serokê Şaredariya Sarcelles a Fransayê hevsoziya xwe ji bo Kurdan anî ziman

.

A+A-

Merasîma şandina wan sê welatiyên e ku di êrîşa 23ê Berfanbara sala borî de canê xwe ji dest dan. Serokê Şaredariya Sarcellesê di merasîmê axavtinek kir û hevsoziya xwe ji bo Kurdan anî ziman.

Êrîşek ku bû sedema nerazîbûneke zêde ya welatiyan li Fransayê; lê berpirsên Fransayê jî zû hatin ser xetê û di wê derbarê de axifîn.

Serokê Şaredariya Sarcellesê di merasîma şandina terman de amade bû û bi vî awayî derheqê Kurdan de axivî.

Serokê Şaredariya Sarcellesê Patrick Haddad got, “Ev bûyerên kuştinê divê bibin nîgeraniya me, ji gelekî zêdebûna hizra rastgir û nîjadperestî, lê mijar ne tenê ew e, lê bi taybetî bi êşa xelkê Kurd ve girêdayî ye; ew xelkê ku ji qedîm ve êşeke zêde dikşînin. Xelê Kurd neteweya herî mezin in ku dewleta wan nîne. 40 milyon welatî ku mixabin berê û niha jî ji destê kuştin, serkutkarî û tawanan dinalîne.”

Yê êrîş pêk aniye zilamekî Fransî ye ku li gor îtirafên wî, armanca wî kuştina hejmareke zêde ya Kurdan bûye.

Êrîşkar dibêje, Kurdan di şerê DAIŞê de hejmareke zêde ya çekdarên DAIŞê dîl girtine, li kampan bicîh kirine, di demekê de diviyabû bikuştana.

Welatî jî dibêjin, ji sala 2014an ve tişta Kurdan di şerê dijî DAIŞê de kirine, sûda wê bo tevahiya civaka navdewletî bûye.

Nûnera Tevgera Jinên Kurd Li Ewropayê Besina Konka anî ziman, “Em ronahiya civaka Rojhilata Navîn in, em ronahiya Kapîtalîst Modernîteyê ne ku li Ewropayê gelê me li ber xwe dide.”

Yên di êşrîşê de canê xwe ji dest dan Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdulrehman Kizil bûn û sê welatiyên din jî birîndar bûn.

Kurdên Fransayê dibêjin, ew dê li ser nerazîbûnên xwe berdewam bin heta Dadgeha Fransayê hûrgiliyên tam derbarê êrîşê de zelal neke.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin