Serokê Sandîkaya Parêzerên Diyarbekirê: Dûrxistina Zeydan ne yasayî ye

Serokê Sandîkaya Parêzerên Diyarbekirê: Dûrxistina Zeydan ne yasayî ye

.

A+A-

Piştî dûrxistina berbijêrê serkeftiyê partiya DEMê Ebdula Zeydan ji bo Şaredariya Mezin ya Wanê, Serokê Sandîkaya Parêzerên Diyarbekir Nahîd Eren ragihand, dûrxistina wî ne yasayîye

Nahîd Eren diyar kir, beriya salekî bi awayekî yasayî maf ji Ebdula Zêdan hatibû dayîn ku tevlî hilbijartinên xwecihî yên Tirikiyê bibe, lê dozgeriya Diyarbekirê liser daxwaza Wezareta Dadê ya Tirkiyê beriya demekî kin ji destpêkirina hilbijartinan, berbijêrbûna wî hate red kirin, lê ew ne mafê dadgehê ye û eger gilînameyek liser wî hebû ya, diviyaba Dadgeha Bilind ya Tirkiyê biryar li ser mijarê bidaba.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin