
Serokê PWKyê Li Îzmîrê Seredana PSK, HAK-PAR û KED-DERê Kir
.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê( PWK) Mustafa Ozçelîk, li gel endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Kasim Ergün û Nûrûllah Tîmûr, endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Mehmet Sîraç Kaya, roja şemîyê, 17.05.2025, li bajarê Îzmîrê seredana PSK, HAK-PAR û KED-DERê kirin.
Heyeta PWKyê ewil seredana PSKyê kir.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Nevzat Teker, Serokê Teşkîlata Manîsayê ya PSKyê Bedrî Çinar û endamê Meclîsa PSKyê Mustafa Aygun pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.
Heyeta PWKyê paşê seredana HAK-PARê kir.
Serokê Teşkîlata Îzmîrê ya HAK-PARê Mehmet Alî Sonmez û rêvebirên HAK-PARê pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.
Heyeta PWKyê paşê seredana KED-DERê kir.
Serokê KED-DERê Mahmût Alpşen û rêvebirên KED-DERê pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.
Di hersê seredanan de heyetên PSK, HAK-PAR û KED-DERê ji ber vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kirin.
Heyeta PWKyê jî ji ber pêşewazîya wan a germ spasîya heyetên PSK, HAK-PAR û KED-DERê kir.
Di van hevdîtinan de, heyetan di derbarê girîngîya hevkarîya neteweyî, demokratîk ya li Bakurê Kurdistanê de bîr û rayên xwe bi hev re parve kirin û rewşa giştî ya Kurdistanê, Tirkîyeyê û Rojhilata Navîn nirxandin.
Heyeta PWKyê herweha, heyetên PSK, HAK-PAR û KED-DERê dawetî konferansa Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk ya ku dê roja 18.05.2025ê li Îzmîrê li dar bikeve.
Hevdîtinên heyeta PWKyê yên li gel heyetên PSK, HAK-PAR û KED-DERê di atmosfereke dostane û berhemdar derbas bûn.
17.05.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin