Serokê PWKyê 12emîn Salvegera Tora Medyayî ya Rûdawê Pîroz Dike

Serokê PWKyê 12emîn Salvegera Tora Medyayî ya Rûdawê Pîroz Dike

.

A+A-

Îro 12emîn salvegera damezrandina Tora Medyayî ya Rûdawê ye.

Tora Medyayî ya Rûdawê  li ser tiştên ku li Kurdistanê, Iraqê, herêmê û cîhanê diqewimin de, di agahdarkirina gelê me  û hemû cîhanê de roleke gelekî girîng lehîstîye.

Tora Medyayî ya Rûdawê di Ragehandina Kurdî de û li gorî prensîbên gerdûnî yên ragehandinê  cîhekî xwe yê girîng heye.

Tora Medyayî ya Rûdawê li gel hemû astengîyên aborî, teknîkî û yên din jî weke dezgeheke bêalî xebatên xwe bêwestan  berdewam kirîye.

Em hêvî dikin ku li gorî serdema nû û dema Heşê Çêkirî de, Tora Medyayî ya Rûdawê, îmkanên zêdetir yên aborî bidest bixe û di rojnamegerîya azad de, rola xwe her berdewam bike û xelatên nû yên neteweyî û  navneteweyî werbigre.

Ez, di 12emîn salvegera damezrandina Tora Medyayî ya Rûdawê de, cenabê we û  hemû rêvebir, xebatkar û alîkarên Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz dikim; di karên we de her serkeftinê dixwazim.

Li gel rêz û silavên xwe

29.05.2025

Mustafa Ozçelîk 

whatsapp-image-2025-05-29-at-14-05-08.jpeg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin