Serokê PWK Mustafa Ozçelîk: Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî Destkeftineke Dîrokî ya Miletê Kurd e

Serokê PWK Mustafa Ozçelîk: Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî Destkeftineke Dîrokî ya Miletê Kurd e

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk di 54emîn salvegera peymana 11ê Adara 1970an de peyamek belav kir.

Peyama Mustafa Ozçelîk wiha ye:

Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî Destkeftineke Dîrokî ya Miletê Kurd e

Li ser Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî de 54 sal derbas bû.

Li Başûrê Kurdistanê piştî destpê kirina Şoreşa Îlonê, bi bedelên mezin, Dewleta Iraqê ya di desthilatdarîya Beesê de, mecbûr ma ku li gel PDKyê(Partîya Demokrat a Kurdistanê) û Serokê Şoreşa Kurdistanê Mele Mistefa Barzanîyê Nemir peymanekê îmze bike. Bi Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî, miletê Kurd, gelê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê mafê otonomîyê bidest xist.

Heta ku di sala 2005ê de destkeftina federalîyê ya Herêma Kurdistanê di Qanûna Bingehîna Iraqê da cîh girt, di têkoşîna 200 salî ya jibo azadîya Kurdistanê da, cara yekem, bi Peymana Otonomîyê ya 11yê Adara 1970yî, bi awayekî yasayî di Qanûna Bingehîn a Dewleteke ku perçeyekî Kurdistanê dagir kirîye de, mafên netewî û demokratîk yên miletê Kurd û statuyeke sîyasî ji bo gelê Kurdistanê hate qebûl kirin.

Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî, destkeftineke dîrokî û berhem û nîşana biryardarî, sebir, ked, xebat , bedel, tecrube û dilsozîya 200 salî ya têkoşîna azadîya Kurdistanê bû.

Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî, di rêya mafê çarenûsîyê de bingeh û destpêkek bû ku ji alîyê dagirkerekî Kurdistanê ve weke fermî hatibû qebûl kirin. Bi vê peymanê, Parlamentoya Otonomîyê dihate damezrandin. Li gorî peymana otonomiyê wê li sê bajarên Başûrê Kurdistan (Hewlêr, Silêmanîye, Dihok) ku ew jî bes nêvîyê axa Başûrê Kurdistanê bûn, bi sazkirina parlamentoya otonomîyê li Hewlêrê dê Otonomî bihata birêvebirin. Lê statuya nêvîyê din ê axa Başûrê Kurdistanê, ango statuya Kerkûkê, dor û bera Mûsilê û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê dê paşê bihata zelal kirin. Bi Peymana Otonomîyê zimanê Kurdî li gel zimanê Erebî wek zimanê fermî hate qebûl kirin. Herweha bi vê Peymana Otonomîyê, miletê Kurd, bi awayekî fermî, wek şirîkekî desthilatdarîya Dewleta Iraqê hatîye qebûl kirin. 5 Wezîrên Kurdan di Civata Wezîran da cîh girtin.

Rejîma Beasê nexwest xalên vê peymanê bicîh bîne; her bi rê û amûren cuda cuda ev peymana binpê kir.

Ev hewl û niyet û sîyaseta Rejîma Beesê di encamê da hate wê astê ku, di sala 1974an da, Seddam Husên peyman tune hesiband û wezîrên Kurdan ji Civata Wezîran derxist. Ji ber van gav û sîyasetên Beasê, Serkirdayetîya Şoreşê, mecbûr ma ku careke din dest bavêje çekî û serîhilde.

Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî û rêvebirîya Şoreşa Kurdistanê ya di bin serokatîya Mele Mİstefa Barzanîyê nemir de, di têkoşîna xwe bixwe îdare kirina gelê Kurdistanê de tecrubeyeke mezin bû û gelek destkefitinin netewî û dîrokî bi xwe re anî.

Piştî Komara Kurdistanê(Komara Mehabadê) , tecrubeya Otonomîya Başûrê Kurdistanê jî, di hûnandina dîwarê azadîya Kurdistanê da hîmekî girîng û esasî bû.

Bi Peymana Otonomîyê, li Iraqê cara yekem bû ku weke fermî, di Qanûna Bingehîn a Dewleta Iraqê da, hebûna miletê Kurd û mafê wî yê netewî, demokratîk dihate qebûl kirin.

Peymana Otonomîyê ji alîyê sîyasî, çandî, moral, hest û bîr û bawerî û hişmendîya netewî da li hemû perçeyên Kurdistanê û li cîhanê bayê li xwe veger û vejîneke netewî, niştimanî ya nû belav kir.

Li gel hemû astengîyan jî, Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî tecrubeyeke girîng û rûmet, destkeftin û serbilindîya hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ye.

Di 54 salîya Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî da, em serok û endazyarê Peymana Otonomîyê Mele Mistefa Barzanîyê nemir û hemû pêşmerge, têkoşer , xebatkar û şehîdên ku di îmze kirina Peymana Otonomîyê da keda wan heye bi giramî bibîrtînin.

11.03.2024

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

1-408.jpg2-463.jpg3-425.jpg4-336.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin