Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk, sersaxî ji Serokê PAK Rojhilat Husên Yezdanpena ra xwest

Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk, sersaxî ji Serokê PAK Rojhilat Husên Yezdanpena ra xwest

.

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, roja 10.07.2022yê, ji ber koça dawî ya welatperwerê Kurd, kurê Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed, Serokê Berê yê PAK-Rojhilatê Kurdistanê, kedkarê doza azadîya Kurdistanê, Birêz Elî Qazî Mihemed, bi peywendîyeke telefonî sersaxî ji Serokê PAK-Rojhilat Birêz Husên Yezdanpena ra xwest.

Di peywendîya telefonî da, Birêz Mustafa Ozçelîk, li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir, endam û alîgirên PAKê, ji malbat û hezkirîyên Birêz Elî Qazî ra, ji Serokê PAK-Rojhilatê Kurdistanê kak Huseyîn Yezdanpena û hemû endam û alîgirên PAK-Rojhilatê Kurdistanê û ji gelê Kurdistanê ra sersaxî xwest.

Birêz Husên Yezdanpena jî spasîya Birêz Mustafa Ozçelîk û hemû endam û alîgirên PAKê kir.

Birêz Husên Yezdanpena di peywendîya telefonî da got dê di derbarê merasîma cenazeyê Birêz Elî Qazî Mihemed da agahdarîyê bidine Birêz Mustafa Ozçelîk û hemû raya giştî ya Kurdistanê.

10.07.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

m3-002.jpgm1-002.jpgm-009.jpgk-011.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin