Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk: Ez bi wefata welatperwerê Kurd, kek Mehmûd Yoruk gelekî xemgînim

Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk: Ez bi wefata welatperwerê Kurd, kek Mehmûd Yoruk gelekî xemgînim

.

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, li ser koça dawî ya Mehmû Yoruk peyameke sersaxiyê weşand.


"Ez bi wefata welatperwerê Kurd, kek Mehmûd Yoruk gelekî xemgînim.

Welatperperê Kurd, kedkarê zimanê kurdî, kedkarê doza azadîya Kurdistanê, kek Mehmûd Yoruk(Mehmûd Neşîte) îro(09.11.2022) ji ber nexweşîya xwe koça dawî kir.

Ez bi wefata welatperwerê Kurd, dost û hevalê hêja, kek Mehmûd Yoruk gelekî xemgînim.

Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.

Li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endam û alîgirên PAKê, sersaxîyê ji malbata kek Mehmûd ra dixwazim.

Serê hemû heval û hogir û hezkirîyên wî, serê me hemûyan sax be.

Serê gelê Kurdistanê sax be."

09.11.2022
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin