Serokê PAKê: Em amade ne ji bo mafê Kurdan bi dewleta Tirkiyê re rûnên

Serokê PAKê: Em amade ne ji bo mafê Kurdan bi dewleta Tirkiyê re rûnên

.

A+A-

 Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk dibêje “Em dibêjin ji bo zimanê Kurdî tenê jî be, ji bo rawestandina wî şerî tenê jî be, ji bo naskirina nasnameya Kurdî tenê jî be, ji bo her daxwazeke milletê xwe me amade ne bi her partî û dewleta Tirkiyê re rûnên.”

Parlamenterê berê yê AK Partiyê û Endamê Lijneya Rêveber a Biryara Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk jî di nav de bihejmareke nûnerên partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê di 20 Nîsana 2022yan di civiyabû.

Mustafa Ozçelîl beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Bakur bû û di derbarê naveroka vê civînê, şîrove û rexneyan de bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.

Ozçelîk diyar kir ku ew û Abdurrahman Kurt ji zanîngehê ve hevalên hev in û diyar kir ku Kurt berê jî di mijarên wekî dersa bijarte ya zimanê Kurdî û rakirina astengiyên şaredariyan ên li hemberî wan de hewl daye.

Serokê PAKê Ozçelîk bal kişand ser wê yekê ku civîn li ser vexwendina Abdurrahman Kurt hatiye kirin û Kurt ne li ser navê partiya xwe û ne jî li ser navê Serokomar Erdogan beşdarî civînê nebûye.

Ozçelîk got “Bi dehan hevdîtin çêdibin, ma maqul e ku her hevdîtinek bi def û zirneyan derkevin televîzyonan. Her kes dikare di nav xwe de hevdîtinan bike, ev heqek e. di vê derê de tiştekî dizî û veşartî ku em veşêrin tineye. Kak Abdurrahman Kurd got ku em dixwazin sohbetê bikin. Me nexwest bê wî haya kesî an ragihandinê pê bixin.”

Ozçelîk diyar kir ku wan weke PAKê ji hemû partî û rêveberên Tirkiyeyê randevûya fermî xwestine û wiha dewam kir:

“ Me ji Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu, Alî Babacan û Ahmet Davutoglu daxwaza hevdîtînê kiriye. Me got îro eger behsa çareseriya pirsa Kurd tê kirin, hinek daxwazên me hene em dixwazin bi we re parve bikin. Em tiştek veşartî nakin. Bi birêz Abdurrahman Kurt re jî me derbarê rojeva îro de sohbet kir, fikr û pêşniyarên xwe got. Em di gelek tiştan de ne wek hev in ji ber ku siyaset û partiyên me cuda ne. Partiya Azadiya Kurdistanê di 2020an de gotiye ez dê bi van partiyan re hevdîtinê bikim. Me bi Cigirê Serokê Giştî yê CHPê Oguz Kaan Salici û du Cîgirên Serokê PAKê li Enqerê hevdîtin kirin. Em niha li bendê ku bi Serokkomar û Partiyên din re hevdîtinê bikin. Em wek Partiya Azadiya Kurdistanê bi ti awayî ne li dijî hevdîtinan in. Hinek siyasetmedarên Kurdan dikarin li dijî hevdîtinan bin. Em dibêjin ji bo zimanê Kurdî tenê jî be, ji bo rawestandina wî şerî tenê jî be, ji bo naskirina nasnameya Kurdî tenê jî be, ji bo her daxwazeke milletê xwe me amade ne bi her partî û dewleta Tirkiyê re rûnên. Di dawiyê de muxatabên me ew in û divê em dikaribin rûnên jî. Ev nayê wê wateyê ku em vê neheqî û vê sîstema ku li Bakurê Kurdistanê li ser me hatiye çespandin qebûl dikin. Em wek PAKê di bernama xwe de behsa mafê çarenivisiyê dikin, behsa federalî, konfederal û serxwebûnê dikin. Em dibêjin em ji bo doza miletê xwe bi rê ketine.

Ozçelîk diyar kir ku ew dixwazin hevdîtinên wiha berdewam bikin û got “Birêz Abdurrahman Kurt ji me re vekirî got `ez li ser navê hinekan nayêm, ji ber ku ev berpirsiyaretiyeke mezin e. ez li ser navê xwe diaxivim.` Me jî jê re got ev fikr û pêşniyariyên me tu dikarî li gel serokkomar û AK Partiyê jî parve bikî. Em amadene diyalogên bi vî rengî ne tenê bi birêz Abdurrahman Kurt re partî û kesayetên din re jî bikin. Divê em di vî warî de gelek zelal bin. Em aliyên Kurdan ji bo daxwazên xwe divê em bikaribin bi dewleta Tirkiyê û partiyên  wan re jî rûnên. Niha me wek PAK, PSK, TDK-TEVGERê ji bo daxwazin acil ên miletên Kurd me xebatek destpê kiriye. Em dibêjin nasnameya Kurdî bila bê qebûlkirin, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî, azadiya rêxistin û ramanî hebe, qedexeya li ser navê Kurdistanê û ya li ber partî û rêxistinên Kurdistanê rabe û siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên ku ji ber fikr û xebatên xwe di girtîgehê de  bên serbestberdan.

Mustafa Ozçelik got, “Daxwazên me yên giştî ev in. Em ê van daxwazan bi kê re hevdîtin bikin re bînin ziman."

Li ser pirsa “mirov dikare bibêje ev civîn an jî sohbeta weke nîşana destpêkirina pêvajoyeke nû ye?” Ozçelîk wiha bersiv da “Me hewayeke wiha nedît ji ber ku atmosfera şer heye. Em pir bi zelalî jî dibêjin,

Dewleta Tirkiyê divê bi hemû partiyên Kurdan re rêya diyalogê veke. Em bixwe li dijî şer in. Em li dijî eriş û şerê dewleta Tirkiyê ne jî û em dibêjin şerê çekdarî yê PKKê zirarê dide Kurdan. Divê ev şer jî bê rawestandin. Divê bi diyalogê, bi xebata siyasî, demokratî û sivîl ev rê ji vê meseleyê re vebibe. Em niha jî bang dikin. Pêvajoya çareseriyê bila şer raweste em li ser masê rûnên van pirsgirêkan çareserbikin. Heta em tiştekî din jî dibêjin niha heqê kesî tineye ku daxwazên min ên bingehîn, nasnameya min, zimanê min, hebûna min bi şer ve girêde. Ev nayê qebûlkirin. Em ji rayedarên dewletê re jî dibêjin, ev mafên me yên rewa yên bingehîn in, bê şert û mer, bêyî ku bi tiştekî ve bê girêdan bê qebûlkirin.”

Ozçelîk bi bîr xist ku ew piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê diyar kir “Lê pêvajo ne çareseriya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bû, ev mijar nehatin rojevê. Îro jî ger şer rawestin, rêya diyalogê vebe, rêya xebata siyasî vebe, em wek PAK amade ne ku bibin parçeyek ji pêvajoyê.”

Çavkanî Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin