Serokê Odeya Pîşesaziya Cizîrê: Em dixwazin pêwendiyên bazirganiyê bi Kurdistanê re xurt bikin

Serokê Odeya Pîşesaziya Cizîrê: Em dixwazin pêwendiyên bazirganiyê bi Kurdistanê re xurt bikin

.

A+A-

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Cizîrê Omer Faruk Yildirim ragihand ku ew dixwazin pêwendiyên bazirganiyê yên di navbera Cizîr û Dihokê de xurt bikin.

Şandeyeke Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Cizîrî li Dihokê ye û bi Odeya Bazirganiyê ya Dihokê re civiya.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Cizîrê Omer Faruk Yildirim beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa pêwendiyên dualî kir.

“Em dixwazin li Dihokê kargehekê vekin”

Omer Faruk Yildirim bi bîr xist ku serokê nû yê Odeya Bazirganiyê ya Dihokê hatiye hilbijartin û ew ji bo pîrozbahiyê çûne Dihokê.

Yildirim wiha berdewam kir:

“Em ji bo pîrozbahiyê hatin lê di serdana xwe de me ji bo xurtkirina pêwendiyên bazirganiyê yên di navbera Dihok û Cizîrê de jî nirxand.

Me xwest pirsgirêkên di navbera me her du aliyan de hene çareser bikin. Em li ser van mijaran jî axivîn.

Niha navbera her du bajaran, karê hinardeyê zêde ye. Wekî din gelek karmendên Cizîrî li vir di kargeha mecunê de dixebitin.

Em dixwazin ên me bên Dihokê kar bikin û yên li vê derê bên Cizîrê. Ha li vir ha li wir ferq nake ji bo me, em hemû yek in. Divê em di vê mijarê de hevdû temam bikin.”

“Pirsgirêka sereke baca zêde ye”

Yildirim ragihand ku ew li ser pirsgirêkan jî axivîne û wiha pê de çû:

Pirsgirêka me ya sereke baca ku di navbera Silêmanî, Dihok û Hewlêrê de hatiye danîne.

Me ev mijar jî nirxand. Ji ber ku pirsgirêkeke mezin e.

Di nava herêmê de dayîna du bacan dê hem bazirganan hem jî dê miletê me biêşîne.

Eger du zarîbe (bac) ketin ser malikê dê bihayê wê zêde bibe û dê welatî jî pê aciz bibin. Êdî dê nikaribin vî malî bikirin û em jî dê nikaribin bifiroşin.”

Yildirim li ser kargeha zeytê jî got:  

“Kargeha zeytê ji aliyê endamekê me ve tê birêvebirin. Yekitiya me bi xwe jî li Hewlêrê heye.

Madeya zeytê ji derve tê lê zeyt li vir tê rafînekirin û paketkirin.”

“Li ser sînor jî pirsgirêk rû didin”

Yildirim herî dawî got:  

“Em li ser deriyê sînor jî axivîn. Ji bazirganên ku hatûçûnê dikin re pirsgirêk tên derxistin.

Em li ser vê mijarê axivîn û em dê di demên pêş de jî biaxivn. Pirsgirêkên ji me re, pirsgirêkên ji Dihokê re hatine em dê bidin hev û bi berpirsyaran re parve bikin.

Li ser deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl û Xabûr jî pirsgirêk rû didin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin