Serokê Nexweşxaneya Dîcleyê ya Amedê îstîfa kir

Serokê Nexweşxaneya Dîcleyê ya Amedê îstîfa kir

.

A+A-

Serokê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê Prof. Dr. Mehmet Akdag dest ji kar berda.

Prof. Dr. Mehmet Akdag nêzîkî 3 salan bû rêveberiya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dikir.

Li gorî malpera Amîda Haberê Serokê Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Mehmet Akdag ji erka rêveberiyê îstifa kir.

Tê îdiakirin ku Serokê Zanîngeha Dîcleyê Mehmet Karakoç zextekî zêde li Akdag kiriye û wî jî êdî tehemil nekiriye û dest ji kar berdaye.

Akdag ji bo ku avahiyeke nû ji bo zanîngehê bê avakirin, bi Wezareta Tenduritiyê ya Tirkiyeyê peywendî kiribû.

Akdag herwiha ji bo ku ev prose bilez bimeşe bi hinek siyasetmedaran re axivîbû.  

Prof. Dr. Mehmet Akdag kî ye?

Prof. Dr. Mehmet Akdag li navçeya Dîcleyê ya Amedê ji dayik bûye.

Di navbera salên 1987 û 1993yan de perwerdeya xwe ya li beşa Bijîşkî ya Zanîngeha Dîcleyê temam kir.

Di navbera salên 1994-1998an de li Zanîngeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê perwerdeya pisporiyê wergirt.

Sala 2020an bû Serokê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin