Serokê Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê: Beşdarbûna Serok Barzanî giring e

Serokê Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê: Beşdarbûna Serok Barzanî giring e

.

A+A-

Serokê Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê ji Rûdawê re got “Beşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê di Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de giring e.”

Di van çend salên dawî de berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê bûn. Îsal jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi awayekî beşdarî merasimê bûn.

Serokê Ewlehiyê ya Munchenê (MSC) Wolfgang Ischinger ji peyamnêra Rûdawê Alla Shally re axivî û got beşdarbûna serokên herêman girîng e û vexwandina Serok Barzanî ji bo vê konferansê biryareke rast e.

Wolfgang Ischinger dibêje “Ez di wê baweriyê de me ku mirov dikare bibêje ku aliyê baş ê Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ev be ku em ne tenê serokên welatan û hikûmetan li gorî protokolan vedixwînin lê yên herêman jî, ji ber ku di warê siyaseta cîhanî û herêmî û herwiha siyaseta krîzê de girîng in. Ji ber vê yekê ez di wê baweriyê de me ku di van çend salên dawî de biryara vexwandina serkirdayetiya Kurdistanê Barzanî biryareke rast bû.”

Herwiha Wolfgang Ischinger got jî “Kêfxweş im ku îsal tevî zehmetiyan ev yek pêk hat. Bi baweriya min em bi vî awayî karê rast dikin. Ev cure nûnerên girîng ne ji welatên serbixwe ne, lê beşeke girîng a welatan in û vexwendina wan û dayîna dengê wan li vir girîng e. Ev ji bo me girîng e û beşek ji xurtkirina demokrasiyê ye. Ev jî beşek ji bêçaretiya kolektîf e ku me di raporên xwe yên salane de destnîşan kiriye. Ev pirsgirêkeke hemû welatên Ewropayê ye ku divê em bi ser bikevin.”

Roja Înê 58mîn Konferansa Ewlekarî ya Munchenê (MSC 2022) destpê kir û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser vexwendineke fermî di konferansê de beşdar e. Di kevana birêveçûna konferansê de jî Serokê Herêma Kurdistanê li gel hejmarek berpirsên welatên cîhanê civiya.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin