Serokê Herêma Kurdistanê çû Almanyayê

Serokê Herêma Kurdistanê çû Almanyayê

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ku tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibe, çû Almanyayê.

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku dê tevî konferansê bibe û ew îro çû Munîhê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de dê gelek mijarên ewlehiyê werin nirxandin û Nêçîrvan Barzanî dê bibe dengê Herêma Kurdistanê.

Di van hevdîtinan de dê gelek mijarên wekî “pêwendiyên dualî, pêşvabirina hevkariyê, parastina aştî û aramiyê li Îraq û Rojhilata Navîn û astengkirina kaosê” werin guftûgokirin.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 60emîn, 16ê Sibatê dest pê dike, “Şerê Rûsya û Ukraynayê, alozî û tevliheviyên li Rojhilata Navîn, kêmbûna rola Ewropayê ya li cîhanê” mijarên sereke yên konferansê ne.

Konferans dê sibe bi axaftina Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Sekreteri Antonio Guterres dest pê bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Isaac Herzog, Serokwezîrê Filistînê Mihemed Îştiyye, Alîkarê Serokê Amerîkayê Kamala Harris, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg hinek ji wan kesan in ku tevî konferansê dibin.

Herwiha ji 50î zêdetir serok û serokwezîr, ji 100î zêdetir jî wezîrên karên derve û wezîrên parastinê dê beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin