
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk: Li Rojavayê Kurdistanê destpêka serkeftinê di yekrêzîya nav mala kurd de ye
.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:
Li Rojavayê Kurdistanê destpêka serkeftinê di yekrêzîya nav mala kurd de ye
Dewleta Tirkîyeyê ji salekê zêdetir e, bi navê ‘’Tirkîyeya bê terör, herêma bê teror’’ prosesek destpê kirîye.
Daxuyanî, helwest û sîyaseta rayadarên Dewleta Tirkîyeyê yên di vî yeksalîya bihurî de bi zelalî nîşan dide ku, di vê prosesê de armanca sereke ya Dewleta Tirkîyeyê rêlibergirtina destkeftîyên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye.
Serokkomarê Tirkîyeyê gava ku Serokwezîr bû, di cotmeha sala 2015ê de weha gotibû: ‘’Emê rê nedinê wê xeletîya ku me li Bakurê Iraqê kirîye, li Bakurê Sûrîyeyê dubare bibe’’.

Ango Erdoganî dixwest bibêje, ‘’Me nikarîbû rê li ber destkeftina Herêma Federe ya Başûrê Kuristanê bigrin. Lê emê rê nedinê ku kurd li Rojavayê Kurdistanê statuyeke milî, coğrafik, sîyasî bidest bixin’’.
Ji xwe Erdogan û Dewleta Tirkîyeyê, her li ser vê gotara Erdoganî sîyasetek li dijî kurdan meşandin. Efrîn, Serêkanî, Girê Sipî dagir kirin. Gelek caran êrîşên cuda cuda birin ser Rojavayê Kurdistanê.
Dewleta Tirkîyeyê dizanîbû dê Rejîma Beşar Esadî birûxe û dê firsendên mezin bêne ber derîyê kurdên Rojavayê Kurdistanê. Ji bo rê li ber destkeftîyên ku kurd dikarin li Rojavayê Kurdistanê bidest bixin bigre, nuha prosesek destpê kirîye.
Dewleta Tirkîyeyê dibêje ‘’Bila HSD çekan deyne, her çekdarek yek bi yek beşdarî Artêşa Sûrîyeyê bibin. Bila Sûrîyeyeke navendî, unîter bê ava kirin’’.
Ev daxwaza Dewleta Tirkîyeyê ji rastîya Sûrîyeyê û Rojavayê Kurdistanê gelekî dûr e. Sûrîye bi hemû pêkhateyên xwe yên milî, etnîkî, dînî, mezhebî, bes dikare bi sîstemeke namerkezî, federalî bê meşandin û bi Qanûna Bingehîneke demokratik, federalî ku mafên hemû pêkhateyan bihewîne dikare bê birêvebirin.

Herweha ne maqûl e ku HSD çekan deyne û endamên HSDyê wek nefer beşdarî Artêşa sûrîyeyê bibin. Ev ji bo kurdan xwekuştin e.
Ji xwe bi navê Sûrîyeyê di eslê xwe de tu dewlet nuha tune ye. Ahmed Şara bi piştgirîya Emerîka, Brîtanya, Fransa, Îsraîl, Siûdî Erebîstan û Tirkîyeyê li ser pîyan dimîne. Sûrîye ne xwedî hêzeke leşkerî ye, ne xwedî artêşeke yek girtî ye. Beşeke erde Sûrîyeyê, di bin dagirkerîya Tirkîyeyê û Îsraîlê de ye. Beşeke Rojavayê Kurdistanê di destê kurdan de. Durzî, Elewî sîstema merkezî qebûl nakin. Sîstema îdarî ya Dewleta Sûrîyeyê têk çûye. Aborîya wê têk çûye.
Nuha Ahmed Şara xwe wek Serokomarê demkî yê ‘’Komara Erebî ya Îslamî ya Sûrîyeyê’’ pênase dike. Lê nabe ku Komara Sûrîye ya nû bi vî navî bê ava kirin. Divê hebûna miletê Kurd û hemû pêkhateyan bihewîne.
Em dibêjin destpêka her tiştî yekrêzîya nav mala kurd e. Divê hemû alîyên kurdan rêzê li biryarên sîyasî û Heyeta Temsîlî ya Konferansa di 26ê Nîsana 2025ê de li Qamişloyê li dar ketibû bigrin û ji bo ew Heyeta Temsîlî wek nûnerê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê li gel Rêvebirîya Şamê û hemû alîyên peywendîdar bibe mixatab divê kurd yek deng û yek helwest bin.
Em bangî Dewleta Tirkîyeyê jî dikin ku dest ji vê sîyaseta xwe ya li dijî kurdan berde. Rêzê li îradeya Konferansa Qamişlo ya roja 26ê Nîsana 2025ê li dar ket bigre; wê Heyeta Temsîlî ya konferansê mixetab qebûl bike û hemû pirsgirêkan bi diyalog û bi rêyên aştîyane li gel vê Heyeta Temsîlî çareser bike.
28.12.2025
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin