Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk, 8 Salîya Dezgeha Kurdistan24ê Pîroz Kir

Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk, 8 Salîya Dezgeha Kurdistan24ê Pîroz Kir

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, 8 Salîya Dezgeha Kurdistan24ê Pîroz Kir

Peyama Mustafa Ozçelîk wiha ye:

Rêzdar Ehmed Zawîteyî

Rêveberê Giştî yê Sazîya Kurdistan24ê

Dezgeha Kurdistan24ê ji bo lêkolînan û ragehandinê û Kurdistan24ê TVyê di meşa ragehandina Kurdistanê da, 8 salên xwe bihurandin.

Di van 8 salan da, Dezgeha Kurdistan24ê û Kurdistan24 TVyê ne bes wek dengê gelê me yê Başûrê Kurdistanê, her weha wek dengê gelê me yê Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî wazîfeyeke neteweyî, niştimanî bicîh anî.

Di belavkirina nûçe û zanyarîyên li Kurdistanê û cîhanê da, di amadekirina bernameyên li ser mijarên neteweyî, niştimanî da Kurdistan24 TVyê bi awayekî profesyonelî xebateke birûmet pêk anî.

Kurdistan24 TV destkeftineke hemû Kurd û Kurdistanîya ne.

Bi hêvîya, gelek salên din ên têr û tije û bi hêvîya ku ji bo her perçeyekî Kurdistanê bernameyên taybetir û berfirehtir bêne amade kirin, ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên partîya me 8 salîya Dezgeha Kurdistan24ê û Kurdistan24 TVyê pîroz dikim, ji cenabê we û ji hemû xebatkar û kedkarên Kurdistan24 TVyê ra serkeftinê dixwazim.

Li gel rêzên xwe

31.10.2023

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin