Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk: Sersala we pîroz be

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk: Sersala we pîroz be

.

A+A-

Sala 2022yê ji bo gelê Kurdistanê û ji bo piranîya mirovahîyê, saleke bi şer, êş, xem û bi nexweşîyan ve dagirtîbû.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku sala nû, bi hûnandin û geşkirina hişmendîya netewî û niştimanî, bi têgihîştineke ji dîroka xwe dersderxistinê, li her çar perçeyên Kurdistanê jî bibe sala parastin û pêşdebirina destkeftîyên heyî; bibe sala xurtkirin û geşkirina doza azadîya Kurdistanê; bibe sala yekitî, dîyalog, bihevra xebat, hevkarî û tifaqên neteweyî û niştimanî.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku sala 2023yê li Kurdistanê û li her derê cîhanê da rêya jîyaneke mirovane, azad, demokratîk, adilane, aştîyane ji gelê me û ji hemû mirovahîyê ra derî veke.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2023yê da xweşî, tenduristî û bextewarî bibe şirîkê jiyana me. Bi hest û bîr û bawerîyên xwe yên netewî, niştimanî û mirovî ez sala nû ya malbatên şehîdan, ya kedkar û têkoşerên doza azadîyê, ya hemû gelê Kurdistanê, ya her Kurdistanîyekî li her warekî cîhanê dijî û ya hemû mirovahiyê pîroz dikim.

31.12.2022

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin